Şêxê eşîra Sade Hiyaliyîn banga yekbûnê kir

Şêxê eşîra El-Sade Hiyaliyîn got QSD`ê cihê pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û êzidî yên li Sûriyê xurt kir, her wiha şêx bang li hemû şêxên eşîrên li herêmê kir ku refên xwe bikin yek û desteka Rêveberiya Xweser bikin.

Şêxê eşîra Sade Hiyaliyîn banga yekbûnê kir
12 ÇILE, 2020   07:41
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Bi zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet û destwerdana gelek dewletan di aloziya Sûriyê de, her wiha binketina dan û standinên siyasî û destûrî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatin lidarxistin, dengê gelê Sûriyê ji bo girîngiya dîtina çareseriya siyasî ya aştiyane ku aloziyê bi dawî bike, bilind bû.

Şêx Elaadîn Bin şêx Ebas şêxê eşîra Sade Hiyaliyîn diyar kir ku tekane çareseriya aloziya Sûriyê di yekbûna gelê Sûriyê de ye, ji bakur heta bi başûr û ji rojhilat heta bi rojava yekitî pêkan e ku aloziyê çareser bike û wiha got: "Heke pêkhateyan yekitiya refan ava kir, dê bi wê re jî yek blok li dijî destwerdana biyanî û di serî de ya dewleta Tirk bê avakirin.”

Şêx îşaret bi girîngiya parastina xaka Sûriyê, cihê Sûriyê û mîrasên wê kir û diyar kir ku divê rêz ji hemû mafên pêkhateyan re bê girtin, ku her pêkhate karibin mafên xwe yên rewa di Sûriyê de bistînin.

‘DIJMINÊ YEKEMÎN Ê GELÊ HERÊMÊ ERDOGAN E’

Şêx Elaadîn bang li hemû fermandarên leşkerî û meydanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe ragirin, dagirkeriya Tirkiyê têk bibin û wiha got: "Dijminê yekemîn ê gelê herêmê Erdogan e ku agirê fitneyan li Sûriyê û herêmê pê xist.”

Elaadîn destnîşan kir ku divê pêkhateyên herêmê pişta xwe nedin hêzên derve mîna Rûsya, Amerîka û Îranê û yên din û wiha domand: "Divê em pişta xwe bidin xwe û doza xwe çareser bikin, ji ber hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe hatin.”

Şêx Elaadîn behsa destpêka şoreşê kir û wiha got: "Di destpêka şoreşa Sûriyê de û dema derbasbûna Artêşa Azad li herêmên me, me gelek azar kişandin, eger ne ji YPG û YPJ û QSD`ê bûya, dê DAIŞ`ê ji sînorê Şengalê heta Reqayê dagir bikirana.”

Elaadîn daxuyand ku bi saya QSD`ê herêm ji terorê hate rizgarkirin û van hêzan cihê pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Sûryan û êzidiyên li Sûriyê xurt kir û bi hezaran şehîd ji bo wê yekê dan. Di berdewama axaftina xwe de Elaadîn wiha anî ziman: "Ji ber vê yekê, gelê herêmê daxwaza mafên xwe yên rewa bêyî tu kêmaniyan dikin, ji ber me têkoşîn kir û ji bo yekitiya vê xakê li ber xwe da.”

Şêx Elaadîn, şêxê eşîra Sade Hiyaliyîn bang li hemû şêxên eşîrên Ereb ên li herêmê kir ku refên xwe bikin yek û wiha domand: "Ez bang li hemû şêxên eşîrên li herêmê dikim ku refên xwe bikin yek û desteka Rêveberiya Xweser bikin.”

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5IBK7ZZBnno" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>