Çanda kurdî ya devkî ber bi xetereya windabûnê ve diçe

Hunermendê Kurd bi rêya stran, çîrok û destanên gelê Kurd zimanê xwe diparêze û ji nifşekî derbasî nifşekî din dike. Ev mîrasa şaristanî nifşan heta roja me ya îro veguhastiye. Lê xuya dibe ku ev mîras ji hêla piraniya nivîskar û rewşenbîrên vê serdemê ve hatiye paşguhkirin. 

Çanda kurdî ya devkî ber bi xetereya windabûnê ve diçe
12 ÇILE, 2020   08:02
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Çanda kurdî bi çîrok, destan û helbestên gelêrî tevî metelokan navdar e. Li ser jiyana civaka kurdî ya berê wêneyeke zindî ye.

Çand, ziman û şaristaniya gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî çewisandin û siyasetên pişaftinê yên pergalên ku Kurdistan dagir kirine, hatin.

Wan dewletan hewl da nasnameya kurdî biçewisînin û çanda wî tune bikin. Lê huner her tim bû sedemek di veguhastina çîrok û destanên dîrokî de. Ev alî ji aliyên girîng ên şaristaniya vî gelî tê hesibandin. Lê niha ev huner bûye stûn û dergeha wêjeya kurdî ji her kesê ku dixwaze bikeve kurahiya vî zimanî.

Ji ber siyasetên pergalên serdest dîroka kurdî nehate nivisîn, ji ber wê hunermendan bi rêya vegotina stranên dirêj çîrok û dîroka vî gelî bi awayekî devkî vegotin.

Tu lêkolînên berfireh li ser van berheman nehatin çêkirin an jî bi awayekî akademîk nehatin nirxandin an jî belgekirin. Mîna destanên dîrokî mîna destana Teyar, Xexale û Derwêşê Evdê.

Hunermend û lêkolînerê warên çandî yê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Kamil Hesen wiha dibêje: “Çanda hunerî bingeh bû, hunermendan bi rêya wê ziman û dîroka kurdî veguhastin.”   

Hesen wiha domand: "Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê ji hêla gelek dewletan û împaratoriyan ve hate çewisandin. Lê hunermendan rolek mezin di parastina ziman de bi rêya vegotina stran û destanan lîstin. Ji wan hunermendan, Xido û kurê wî Baqî Xido, Mişo Begê Bor, Karapêtê Xaco li bakurê Kurdistanê, Bozan Ehmed, Mamed Kaşo û gelek hunermendên din." 

Hesen got: "Destanên mîna Derwêşê Evdê ya ku Baqî Xido bi 5 kesetan stra lê dîsa destan bi dawî nebû. Tevî destanên din mîna Xecê û Siyamend, Teyar Xal û Xarzî, Salih û Keçê û gelek destanên dîrokî yên ku gihaştina me. Ji bilî destana Mem û Zîn a ku hatiye nivisîn, destanên dîtir heta vê kêliyê tenê stran mane û nabûne pirtûk û materyal, da ku werin parastin."

Kamil Hesen bang li rewşenbîr û nivîskarên Kurd kir ku di vî warî de lêkolîn bikin, vê şaristaniyê û dîroka bi awayekî devkî bi rêya çîrok û stranên kevn gihaştine vê demê binivîsin da ku ji windabûna biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JhgvGo3CUhw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>