​​​​​​​Li Afxanistanê di êrîşa Talîbanê de 2 leşkerên DYA‘yê hatin kuştin

Li ayaleta Qendehar a li başûrê Afxanistê mayîneke bi maşîneya hêzên Amerîkayê ve teqiya, di encamê de du leşkerên amerîkî hatin kuştin.

​​​​​​​Li Afxanistanê di êrîşa Talîbanê de 2 leşkerên DYA‘yê hatin kuştin
11 ÇILE, 2020   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

NATO‘yê ragihand ku du leşkerên Amerîkî di encama teqîna mayînekê de ku maşîneya wan kiribû hedef, hatin kuştin. Tevgera Talîbanê teqîn girt ser xwe.

NATO‘yê di daxuyaniyekê de got: "Ji ber karê siyasî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dê navê herdu leşkerên hatine qetilkirin heta 24 saetan neyê eşkerekirin, ta malbatên wan werin agahdarkirin."

Berdevkê Talîbanê Zebîhûllah Mucahid êriş girt ser xwe û got, tevahî siwarên erebeyê hatin kuştin.

Berdevkê Polîsan a ayaletê Cemal Nesîr Barkezayî got, êrişî lil herêma Dand a nêzî bajarê Qendeharê pêk hat û got, hêzên biyanî dewriyeke li nêzî balafirgeha Qendehar dimeşandin dema teqîn pêk hat.