Wezîra Fransayê: Ji bilî vegera DAIŞ‘iyên Fransî çareseriyeke din tune

Wezîra Edaletê ya Fransayê Nicole Pelopi ragihand ku ji bilî vegera cîhadîstên Frasnî yên li Sûriyê  di girtîgehên QSD‘ê de çareseriyeke din tune ye.

Wezîra Fransayê: Ji bilî vegera DAIŞ‘iyên Fransî çareseriyeke din tune
11 ÇILE, 2020   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Edaletê ya Fransayê Nicole Pelopi di hevpeyvînekê li gel Rojnameya "Liberation" de ragihand ku niha ew ji bilî vegera cîhadîstên Frasnî yên li Sûriyê  di girtîgehên QSD‘ê de ti çareseriyeke din nabîne.

Nicole Pelopi bi bîr xist ku "Beriya pêşketinên dawî, em bi îhtîmala avakirina dadgeheke hevbeş li Iraqê bi dewletên din ên Ewropayê re difikirin da ku cîhadîstên biyanî yên dewletên wan qebûl nakin wan vegerînin, bi taybet yên Fransî darizînin, me yê piştgiriya wê dadgehê kiriba."

Wezîra Edaletê got:  "Heger derfeta dadgehekirina wan li vê cihê tinebe, ez dibînim ku ji bilî vegera wan kesan ji bo Fransayê tu çareseriyeke din nîne."

Her wiha got: "Her terorîstek wê vegere (Fransa) wekî em hertim çawa dikin ew werin darizandin."