Li Tehranê  xwendekaran banga çûyîna Xaminey kirin

Bi sedan xwendekaran li paytexta Îran Tehranê xistina pasdarên îranê balafirek Ukrayna protesto kir û banga çûyîna Xaminey kir.

Li Tehranê  xwendekaran banga çûyîna Xaminey kirin
11 ÇILE, 2020   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansên "ÎSNA" ya îranî ragihand ku xwendekar li pêşiya Mizgefta Emîr Kebîr ya li kolana Hafiz a navenda Tehranê kom bûne. Ciwanan banga derxistina berpirsên xistina balafirê bi şaştî.  Her wiha sloganên şermezarkirina pasdarên îranê û serok Hesen Rûhanî berz kirin. Ciwanan berpirsa bûyerê xistin stûyê wan.

Dazgehên çapemeniyê dîmenên kombûna xwepeşderan dema sloganên dûrxistina Xaminey ji kar berz dikin, li ser malperên têgihiştina cîvakî belav kirin.

Tehran vê sibehê li xwe mukur hat ku balafira Ukrynayê roja çarşemê li Îran bi sedema şaştiyeke mirovî ne bi zanebûn hate xistin.

Sibeha 8 Çileyê balafireke bi tîpla Boeing 737-800 ya girêdayî xeta hewayî ya Ukranyayê li Tehranê hate xistin, di encamê de 176 kesan jiyana xwe ji dest da.