Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir

Bi dirûşmeya "Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê tune bikin û rêbertî rizgar" bikin Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye pêşangeheke wêneyan vekir.

Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşangeheke wêneyan vekir
11 ÇILE, 2020   15:11
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê pêşengeheke wêneyan vekir.  Pêşangeh li hola navendê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate vekirin. Bi dehan ciwan û zarokê berherêmên xwe di pêşangehê de pêşandan.

Wêneyên ku di pêşangehê de hatin daqliqandin girêdayî  "bûyerên şer, komkujiyên li dijî gelan li herêmên dagirkirî û wêneyên şervanên YPJ`ê bûn.

Bi dehan ciwanên taxa Şêxmeqsûd û endamên saziyan tev li vekirina pêşangehê bûn.

Destpêkê sînevizyonek girêdayî gotinên Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan. Piştre diyarî û bawername li zarokên ku tev li pêşangehê bûne hatin belavkirin.

Girêdayî armancên pêşangehê endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbiş got: "Em armanc dikin moralên ciwanan bi taybet di dibistanan de bilind bikin û wan teşwîqî wênesaziyê û derbirandina rewşê bikin."

Pêşangeh wê du rojan vekirî be.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8e7oxD5m5z4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>