‘Netewa demokratik çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e’

Siyasetmedarên Girkê Legê diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye, bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê û nakokiyên taîfî, olî û nejadî ye. Siyasetmedaran gotin: “Berdewamkirina tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin tê wateya berdewamkirina aloziya Rojhilata Navîn.”

‘Netewa demokratik çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e’
10 ÇILE, 2020   05:35
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye girantir dike û didomîne.

Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê diyar kirin ku ew berdewamkirina tecrîdê ya li ser Ocalan şermezar dikin û wiha gotin: “Berdewamkirina tecrîdê tê wateya berdewamkirina şer û nakokiyan li herêmê ye.”

Siyasetmedar Egîd Ebdulmecîd di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û got: “Armanca komployê tunekirina nasnameya gelê Kurd e. Tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin jî berdewama komployê ye. Armanca tecrîd û cezayan ew e ku fikrê Ocalan negihije gelan. Fikrên Ocalan destana têkoşîn, berxwedan, mirovahiyê û demokrasiyê ji tevahiya gelan re ye. Lewra desthilatdariya Tirkiyê hewl dide fikrên Ocalan ji gelan dûr bixe, bi taybet ji gelê Kurd."

‘GIRTÎGEHA IMRALIYÊ DIBISTANEK E JI BO TÊKOŞÎNÊ’

Ebdulmecîd axaftina xwe wiha domand: “Rêveber Ocalan girtîgeha Imraliyê veguherandiye dibistanek a ji bo têkoşîn û berxwedanê. Ocalan di nava girtîgehê de projeya netewa demokratik ji gelê Kurd û çareserî ji aloziya Rojhilata Navîn re şand. Li cem Rêber Ocalan rêgeza rast ji bo çareserkirina tevahiya aloziyên Sûriyê li gorî rêgeza biratiya gelan û jiyana hevpar hene.”

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK KILÎTA ÇARESERIYA ALOZIYÊN HERÊMÊ YE’

Girêdayî rola Rêber Ocalan a di çareserkirina aloziyên herêmê de, Ebdulmecîd wiha got: "Projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan ji me re pêşkêş kiriye, bingeha çareserkirina prisgirêkên civakê û nakokiyên taîfî, olî û nejadî ye. Ji ber ku teoriya li ser jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de ava bûye, ji bo me çareseriya herî guncaw e. Berdewamkirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya berdewamkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn."

Siyasetmedar Mehmûd Yehya destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Ocalan berdewam e û got: "Di van demên dawîn de desthilatdariya Tirkiyê cezayên din li Ocalan ferz kirin. Da ku hevdîtinên parêzeran li ser qedexe bike. Dewleta Tirk bi van gavan dixwaze rê li pêşiya belavbûna fikrên Rêbertî di navbera gelên Rojhilata Navîn de û azadiya gelê Kurd bigire."

Yehya axaftina xwe wiha domand: "Bi rêya ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Piştî ku me pirtûkên Ocalan xwendin, me dît ku fikrên wî banga azadiya gelan û avakirina pergalek demokratîk dike. Em dibînin ku projeya neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw ji aloziyên heyî re ye."

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_idJXCe2cEs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>