Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe

Li Sûriyê ku dergûşa mirovahiyê ye, şerê navxweyî di sala 9’emîn de berdewam dike. Ji ber şer; mîrateya mirovî û şaristaniyan a hevpar û warên dîrokî derbeyên mezin xwarin û dixwin.

Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
Li Sûriyê mîrateya cîhanê tune dibe
10 ÇILE, 2020   07:00
HÊVÎ HESEN

Li Sûriyê ya ku bûye qada şer û pevçûna hêzên hegemonîk ên navneteweyî, berhemên dîrokî ku bûne mîrateya cîhanê, bi zanebûn dibin hedefa êrîşan. Rêxistinên tundraw DAIŞ, El-Qaîde û rêxistinên wekî wan, bi zanebûn warên dîrokî dikin hedef. Ji ber van êrîşan gelek navendên xiristiyan, misilman û baweriyên din rûxiyan û xera bûn.

Dîsa xwestin bîra hevpar a dîrokî û çandî ya gelên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan ên bi hev re li Sûriyê dijîn, tune bikin.

Goristan, dêr, mizgeft û navendên şaristaniyê yên bûne dergûşa dîrokê, bi bombeyan hatin wêrankirin û tunekirin. Bi makîneyên kar hatin talankirin.

Rêxistinên berdewama DAIŞ û E-Qaîdeyê yên ku dewleta Tirk hamîtiya wan dike jî li qadên ku dagir dikin, berî her tiştî dixwazin warên dîrokî tune bikin.

Şopên şaristaniyên ku ji Serdema Neolotîk mane û li ser erdnîgariya Sûriyê heta îro hatine, niha jî rastî êrîşên xerakirin û talankirina dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê tên. Lewra li gorî peymana Laheyê ya sala 1954'an hatibû îmzekirin, êrîşên li dijî warên çandî, dîrokî û baweriyan sûcê şer e. Lê hêzên navneteweyî, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li hemberî mîrateyên çandî û dîrokî ker û kor in. Naxwazin van sûcên şer ên dewleta Tirk bibînin.

UNESCO ku rêxistina berpirsyarê parastina warên ku di lîsteya mîrateyên çandî ya cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, tenê banga “Divê hikumet zanibin ku warên çandî nabin hedefa êrîşan" bes dibîne.

TALAN Û WÊRANKIRINA ŞÛNWARAN

Li ser erdnîgariya Sûriyê ku bûye dergûşa şaristaniyan, em der barê hin warên dîrokî yên di 9 salan de talan û wêran bûne, agahdariyan bi bîr bixin.

Neteweyên Yekbkûyî diyar kir ku herî kêm 300 warên çandî yên ji bo dîroka Sûriye û cîhanê nirxên wan nayên pîvan, hatine tunekirin. Ji xeynî şer, DAIŞ-El Nusra û dewleta Tirk, dest bi qaçaxçîtiya berhemêm dîrokî kirin. Ev wek pirsgirêkeke girîng derket holê.

BBC’yê derxist holê ku DAIŞ û El-Nusra bi firotina berhemên dirokî ji 500 hezar dolaran heta 1 milyon dolaran dahat qezenc kir.

*Mînareya Mizgefta Ummeye ya ku li şûna dêra Bîzansiyan a Xanedanê Emewiyan li Helebê di sala 715'an de ava kiribû, di encama şerê dijwar de bi temamî hilweşiya.

* Di şerê 2012'an ê li Helebê de, çarşiya dîrokî ya El-Medîne tev şewitî.

* Di sala 2012'an de Dêra Surp Kevork a Ermeniyan a li taxa Nor Kug (Mîdan) a Helebê ku bi piranî Ermen lê dijîn, şewitandin.

*Di sala 2015'an de li taxa Suleymaniye ya Helebê, di êrîşa çeteyên El-Nusra de Dêra Katolîk hat xerakirin.

* Keleha Krak des Chevaliers (Keleha Şovalyeyan) a li Nêzî sînorê Lubnanê li Humusê û heta îro hatiye parastin, di encama şerê navxweyî de derbên giran xwarin.

*Bajarê antîk Apamea ku 300 sal beriya zayînê (BZ) li tenişta çemê Asî hatibû avakirin, ji aliyê çeteyên girêdayî El-Qaîde ve hat talankirin. Mozaîkên ji serdema Romayê mabûn ên Apameayê bi matqab û birekan ji cih û warên wan rakirin û birin.

*Bajarê antîk Palmîra ku wek "bûka çolê" tê zanîn û 3 caran ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, tevî ku kemerên bîrdariyên xwe diparastin jî warên kolandina arkeolojîk hatin wêrankirin.

*Li ser hemû dîwarên Perestgeha Bel şopa guleyan û şewatê heye. Dîwarê ku kolonên korînt û kemerên ji serdema Severus mabûn, hatin xerakirin.

* Li bajarê Malûla yê Aramî lê dijiyan û 50 km dûrî Şamê bû, dêr ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin. Kenîşta Jobar di şer de bi tevahî hat hilweşandin. Bi xerakirina avahiyê re bi hezaran belgeyên olî û dîrokî û berhem tev tune bûn.

*Çeteyên El-Nusra li gundên El-Qiniya û El-Xesaniye yên Idlibê 33 dêr û li El-Qiniya peykerên Dayika Meryem û Gower Geoss xera kirin.

*Komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk li Idlibê Dêra Dayika Meryem xera kir.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ TALANA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ewil rastî êrişên DAIŞ û El-Nusra hat û piştre rastî êrîşa dewletaTirk û komên di bin kontrola wê de hat jî, gelek warên dirokî û çandî yek bi yek tune dibin.  Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcê şer hat kirin. Hin war û berhemên dîrokî û çandî yên tune bûn, wiha ne:

*DAIŞ'ê di sala 2014’an de li Hesekê û Til Temirê êrîşî warên dîrokî yên Suryaniyan kir. Peykerên Suryaniyan ên ji sedsala 8’an mabûn, şikandin û tune kirin. Li Til Hirmizê dêra Mar Bisho ya ku dêra herî kevnar a Suryanan e, şewitandin.

Di sala 2015’an de li Til Temîr û Hesekê yên ku ketin bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek warên dîrokî hatin parastin.

* Di sala 2014'an de DAIŞ'ê li Dêrazorê dêra ji bo bîranîna kesen di Komkujiya Ermenan de hatibû avakirin, xera kir. Piştî bîrdarî ji aliyê QSD'ê ve hat xelaskirin, di sala 2019’an de hat nûkirin û dîsa xistin xizmeta îbadetê.

*Til Xelef ku 5 kîlometre nêzî Serêkaniyê ye û di navbera 6 hezar û 5 hezar û 300 sal BZ de ji bo çandiniya li Mezopotamyaya Jorîn bû wargeh û malovaniya şoreşa çandiniyê, di Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin.

Li Til Xelef ku gelek berhemên dîrokî lê hene û mîrateya cîhanê ye, çeteyan ji bo xwe kirin barageh. Tê gotin ku gelek berhemên dîrokî derxistin û firotin qaçaxçiyên berhemên dîrokî.

*Tê gotin ku li Serêkaniyê ku paytextê şaristaniya Mîttanî ya dişibe muzexaneya servekirî ya warên dîrokî, piştî Tirkiyê ew dagir kir, gelek berhemên dîrokî jê hatin revandin.

* Di Kanûna sala 2012’an de komên çete yên Tirkiyê destek dida wan, li Serêkaniyê Dêra Ortodoks a Suryanan wêran kir û mayin xistin bin dêrê.

Piştî sala 2013’an, dêrên ku çeteyên dewleta Tirk piştgirî dida wan, mayin xistin bin wan û xera kirin, ji nû ve hatin avakirin û xistin xizmeta îbadetê.

*Lê di 20'ê Cotmeha 2019’an de piştî Serêkaniyê ji aliyê çeteyen girêdayî dewleta Tirk ve hat dagirkirin, çeteyan 3 dêrên Ermen û Suryanan ji bo xwe kirin baregeh.

* Li Girê Spî ya ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ew dagir kir, warên dirokî yên mîrateya cîhanê tên talankirin.

* Çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê, di sala 2013’an de êrîşî Girê Spî kiribû. Dêra Ortodoks a Ermenan û hemû warên pîroz ên xiristiyanan tev xera kirin.  Piştî Girê Spî ji aliyê QSD'ê ve di sala 2015'an hat rizgarkirin, ev warên îbadetê hatin avakirin û xistin xizmetê.

* Di 9'ê Cotmehê de piştî êrîşên dagirkeriyê, Dêra Ortodoks a Ermenan ji nû ve rastî êrîşan hat. Dêr hem warê dîrokî bû û hem jî di aliyê mîrateya çandî û baweriyê ve girîng bû.

PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ BERMAHIYÊN DÎROKÊ YÊN EFRÎNÊ TEV TALAN KIRIN

Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Efrinê li dijî warên dîrokî û xwezayî dike, roj bi roj girantir dibin.

* Li Efrînê ku bûye war û dergûşa şaristaniya Hurriyan, 144 warên dîrokî lê hene. Di Adara 2018’an de piştî dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, yek ji warên dîrokî Nebî Hûrî, ewil balafiran bombe kir. Piştî dagirkeriyê jî dewleta Tirk bi maşîneyên giran, her der kola û wêran kir. Bi van kolandinan zerareke mezin dan war û berhemên dîrokî û mozaîkan.

*Dagirkeran li aliyê din, şikefta El-Dîdriye ya heta 100 hezar sal dîroka wê heye û hestiyên aîdî Neandertalan tê de hene, kolandin û berhemên dîrokî firotin û qaçaxvaniya wan kirin.

* Perestgeha Eyn Dara ya dîrokî ku dîroka wê heta 1300 sal beriya zayînê dirêj dibe, ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin. Beşeke mezin hat rûxandin. Leşkerên Tirk piştî dagirkirinê, li Perestgeha Eyn Dara kolandin kirin û gelek berhemên dîrokî revandin. Di dîmenên ku li vir di kolandinên korsan de hatin kişandin û li ser medyaya civakî parvekirin de, hat dîtin ku peykerên dîrokî bûne du parçe û gelek zirar dîtiye. Di dîmenan de tê dîtin ku maşîneyên kar zerar dane war û berhemên dîrokî.

*Dewleta Tirk ku li Efrînê qaçaxvaniya berhemên dîrokî berdewam dike, li Başûrê navçeya Cindirêsê, girê dîrokî, bi maşîneyên giran kola. Dagirkeran li ser girê dîrokî barageh ava kirin.

* Li girê dîrokî yê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê, dewleta Tirk bi maşîneyên kar, erd kola û berhemên dîrokî revandin.

*Di bermahiyên dîrokî yên Zîra de ku dikeve navbera gundê Elbîskê û Tirmişa yê Racoyê de, hêzên dagirker kolandin kirin û gelek berhem û mozaîkên dîrokî revandin.

*Çeteyên dewleta Tirk, li navçeya Mabata li Girê Avrazê yê dîrokî kolandin kirin. Aqûbeta van berhemên dirokî ne diyar e.

* Dewleta Tirk dîsa li gundên Ereb Şêxo, El-Dîdriyê, Zivingê, Ibêdan, Sewan, Qurbe, Stêr, Ên Hecerê (Eyn Hecer), Kefer Rûmê, Cûmkê, Sindiyangê, Durumiyê û Meydankê yên Efrînê 35 girên dîrokî talan kirin.

*Dêra Marmaron a di lîsteya UNESCO’yê de cih digire, ji aliyê dagirkeraen ve hat talankirin.

LI EFRÎNÊ 16 HEZAR BERHEMÊN DÎROKÎ DIZÎN

* Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir, têkildarî warên dîrokî got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê dikole, şûnwaran bi rêya treksan radike."

* Belge û agahiyên girêdayî vekolandina dewletaTirk a dagirker di Şikefta Dawûdiyê de yê li gundê Birc Abdalo li ser lûtkeya Çiyayê Lêlûn gihaştine ber destê wan. Di vê şikeftê de hestiyên mirovan ên ku vedigerin 100 hezar sal beriya zanîyê hatin vedîtin.

* Girê Basiqê yê ku dikeve navçeye Şera rastî binpêkirinan ji vekoland û kolandinê hatiye. Beşek mezin ji gir hatiye qutkirin û ew bi vîdyo hatiye belgekirin. Dewleta Tirk Girê gundê Hilûbiye bi rêya alavên kolandinê û tireksên giran kolandiye û di encamê de gir gelek zirar dîtiye.

Dewleta Tirk li Efrînê 16 hezar berhemên dîrokî dizîne.

* Li 8 qadên dîrokî yên li Bakurê Sûriyê 40 warên dîrokî hene û niha di bin talûkeyê de ne.