ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 -01-2020
10 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê şehîdên Berxwdana Rûmetê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê der barê rewşa ragihandinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rojnamevanan re dicive. Civîn li avahiya Meclisa Qanûnsaz a li navçeya Amûdê tê lidarxistin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê encamên panelên ku li gelek deverên herêmê lidar xistibûn bi daxuyaniyekê li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo eşkere dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Parêzera tunisî Wefaa Hîzamî El-Şazilî diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê ji bo ku Tunis piştgiriya wî ji bo dagirkirina Lîbyayê bike, serdana Tunisê kir. Lê tişta em dixwazin balê bikşînin ser, gelên herêmê planên Osmaniya nû baş dizanin. Rewşa îsal a Tunisê ne wekî 2011`an e û em ê li dijî Osmaniyan bisekinin. (BI WÊNE ).

POLÎTÎKA

- Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destnîşan kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û girtina derî li pêşiya destwerdanên derve, divê diyaloga Sûrî- Sûrî were aktîvkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Girkê Legê diyar kirin ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye, bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakê û nakokiyên taîfî, olî û nejadî ye. Siyasetmedaran gotin: “Berdewamkirina tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin tê wateya berdewamkirina aloziya Rojhilata Navîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên herêma rojhilatê Dêrikê diyar kirin ku divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê li ser masaya diyalogê rûnin û biryarên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Êlên Kurdî Fehid Mihemed Deqûrî got: "Dîrok û gelê Kurd li her kesê ji yekîtiya neteweyî ya Kurdî direve û li pey berjewendiyên partiyetî dibeze nayê rehmê. Gelê Kurd li benda yekîtiya neteweyî ye. Eger partiyek şaş bike wê helwesta gel ji wan re diyar û zelal be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li Sûriyeyê ku dergûşa mirovahiye ye, şerê navxweşî di sala 9’emîn de berdewam dike. Ji ber şer; mîrateya mirovahî û şaristaniyan a hevpar û warên dîrokî darbeyên mezin xwarin û dixwin. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Êrişa Amerîkayê dawiya zilamê Îranê yê navdar Qasim Suleyemîna li Îraqê anî. Pê re aloziya li Rojava Navîn kurtir bû û bi bersiveke îranê diyarker û xîtabeke bêdeng ji aliyê Washington ve bi dawî dibe, gelo çîroka vê aloziyê bi dawî bûye. (BI WÊNE).

JIN

-Kongreya Star a herêma Efrînê meşekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Helebê Kongreya Star ji bo şermezarkirina qetilkirina her sê jinên şoreşger Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan meşekê li taxa Şêxmeqsûdê lidar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê bi derfetên kêm xizmetê pêşkêş dike, hewl dide kêmasiyan derebas bike û projeyên ku temam nebûne, bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA