​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Li herêmên me 3 hezar û 286 kes winda ne

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk got: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 hezar û 286 kes winda ne. Ew kes ji hêla DAIŞ, çeteyên Tirkiyê û rejîma Sûriyê ve hatine revandin. Me  komîteyek erkdar kir, da ku lêpirsînan bikin û çaranûsa wan kesan eşkere bikin. Wê encamên destpêkê yên lêpirsînan di demek nêz de bê ragihandin.”

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Li herêmên me 3 hezar û 286 kes winda ne
9 ÇILE, 2020   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyek belav kir û got;

"Têkoşîna li hember windabûna berpirsiyek qanûnî û exlaqî ya ku dikeve ser mile me hemûyan e. 3 hezar û 286 kesên winda hene. Ev kes ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê hatine revandin. DAIŞ`ê 544 kes, komên îtîlafa watanî ya Sûriyê 2 hezar û 368 kes û cihazên emnî yên rejîma Sûriyê 374 kes revandine. Tevî ku 8 kes li herêmên di bin kontrola me de winda bûne.

Me komîteyek erkdar kir da ku lêpirsînan çeke. Ji bo ku çaranûsa kesên ku li herêmên di bin kontrola hêzên me de winda bûne eşkere bibe. Da ku kesên destên wan di van sûcan de hene eşkere bibin û werin muhesebekirin. Encamên destpêkê yên van lêpirsînan wê di demek nêz de ji raya giştî re bê eşkerekirin."

(şx)

ANHA

<blockquote class="twitter-tweet" data-lang="ar"><p lang="ar" dir="rtl">مكافحة الاختفاء القسري مسؤولية قانونية وأخلاقية للجميع. ٣٢٨٦ مفقود، اختطفوا من كوباني وعفرين والجزيرة، بينهم ٥٤٤خطفهم داعش و٢٣٦٨خطفهم الفصائل الائتلاف الوطني و٣٧٤ مفقود خطفتهم اجهزة الامن التابعة للحكومة المركزية السورية، بالإضافة ل ٨ مفقودين في المناطق الخاضعة لسيطرة قواتنا.</p>&mdash; Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) <a href="https://twitter.com/MazloumAbdi/status/1215378921509806080?ref_src=twsrc%5Etfw">٩ يناير ٢٠٢٠</a></blockquote>
<script async src="https://platform.twitter.com/widgets.js" charset="utf-8"></script>