Fehed Deqorî: Dîrok li kesên ku ji yekîtiyê direvin nayê rehmê

Endamê Meclisa Êlên Kurdî Fehed Mihemed Deqorî got: "Dîrok û gelê Kurd li her kesê ji yekîtiya neteweyî ya Kurdî direve û li pey berjewendiyên partiyetî dibeze nayê rehmê. Gelê Kurd li benda yekîtiya neteweyî ye. Eger partiyek şaş bike wê helwesta gel ji wan re diyar û zelal be.”

Fehed Deqorî: Dîrok li kesên ku ji yekîtiyê direvin nayê rehmê
10 ÇILE, 2020   06:00
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-ŞÎNDA EKREM

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û hinek herêm dagir kirin, aliyên kurdî ji bo diyaloga Kurdî û çareserkirina nakokiyên partiyetî gelek însiyatîf pêşkêş kirin.

Derbarê giringiya yekîtiya neteweyî ya Kurd de endamê Meclisa Êlên Kurdî yê herêma Cizîrê Fehed Mihemed Deqorî nêrînên xwe rave kir.

Deqorî di destpêka axaftina xwe de got: "Meclisa Êlên Kurdî di 2013`an de ji bo avakirina yekîtiya neteweyî, nêzîkkirina nêrînan  û avakirina têkiliyan di navbera êlên Ereb, Suryan, Ermen, gelê Kurd û gelên herêmê de ava bû."

Deqorî destnîşan kir ku Meclisa Êlên Kurdî di salên 2017-2018`an de ji bo ku yekîtiya Kurdan, rûniştina li ser masayekê û çareserkirina nakokiyan di navbera partiyên Kurdî de gelek însiyatîf pêşniyar kirin. Deqorî got: “Ji bo wê danûstandin bi partiyên Kurd re hatin çêkirin. Lê ew însiyatîf ji ber gelek sedeman bi serneketin. Ji wan sideman a herî girîng, partî bi berjewendiyên partiyetî yên teng ve girêdayî bûn.”

Deqorî diyar kir, piştî ku artêşa Tirk a dagirker Efrîn dagir kir însiyatîfek din hate destpêkirin û wiha pê de çû: “Dagirkirin wijdana her kurdekî êşand. Ji ber ku parçeyek ji dilê axa Rojava hate dagirkirin. Me têkilî bi tevahiya partiyên Kurd, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Hevalbendiya Niştîmanî, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî re ava kir. Da ku bigihêjin diyalogê, nakokiyan çareser bikin û bigihêjin çareseriyek siyasî ku xizmeta berjewendiyên Kurdî bike. Lê ev însiyatîf jî bi serneket. Ji ber ku partiyên siyasî bi berjewendiyên xwe yên partiyetî ve girêdayî ne."

Deqorî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike tevahiya axa Rojava dagir bike û wiha axivî: “Heman demê de hemû axa Kurdistanê tehdît dike. Ne dûr e dewleta Tirk a dagirker sibe Qamişlo, Dêrik û Hewlêrê jî dagir bike. Êşên gelê Kurd zêde dibin û ji ber parçebûna wan sînor ji azarên wan re nayê danîn. Axa wan tê dagirkirin û ji warên xwe têne derxistin."

Deqorî banga ji bo yekîtiya Kurd a fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî silav kir û got: "Banga Ebdî pîroz e. Ji bo pêkanîna xwestekên gelê Kurd hêviyek e. Her kesê nêzîkbûna partiyên Kurdî red dike, divê ji xwe pirs bike, heya kijan radeyê welatparêz e. Gelo Kurd e lê na? Tevahiya gelên cîhanê ji me pirs dikin, ji bo yekrêziya kurdî hûn li benda çi ne? Çima hûn nabin yek?"

Deqorî axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd û dîrok li her kesê ji yekîtiya niştîmanî ya Kurdî direve û li pey berjewendiyên xwe yên partiyetî dibeze, nayê rehmê. Çavê gelê Kurd li dû yekîtiya niştîmanî ye. Eger partiyên Kurd şaş bikin wê helwesta gel ji wan diyar û zelal be.”

Deqorî bang li tevahiya partiyên Kurd kir ku li ser masayekê rûnin û nakokiyên xwe yên partiyetî çareser bikin, da ku yekrêziya Kurdî ava bibe.

Deqorî bang li Mezlûm Ebdî kir ku hevdîtinên xwe bi partiyên Kurdî re berdewam bike da ku însiyatîfa yekrêziya Kurdî bidome.

Di dawiyê de endamê Meclisa Êlên Kurdî yê herêma Cizîrê Fehed Mihemed Deqorî   got: "Bi yekîtiya partiyên Kurd û xîtaba Kurdî re wê gelê Kurd mîna gelên din mafên xwe bidest bixe. Wê nebe qurbana komplo û siyasetên ku li dijî wan têne plankirin. Eger ev însiyatîf bi binkeve wê çaranûsa gelê Kurd mirin be û wê xwîna bi hezaran şehîdan vala biçe."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/78L4WkyPnM0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>