Artêşa Tirk depoyên herêmên dagirkirî talan dike û rewşa jiyanî aloztir dibe

Serokê Odeya Sînaî û Bazirganiyê ya Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk aboriya herêmên ku dagir kirine, têk dibe û kargehên ku pêwîstiya sûkên herêmî bi gelek madeyan bi cih dianîn, talan kirin û vê yekê azarên şêniyan zêdetir kirin.

Artêşa Tirk depoyên herêmên dagirkirî talan dike û rewşa jiyanî aloztir dibe
9 ÇILE, 2020   14:17
REQA- EMAR EBD EL-LETÎF

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe 11 hezar û 400 ton genimê depoyên Dehlîz a bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî a dagirkirî, dizî.

Her wiha depoyên Sexrat ên li başûrê Girê Spî ku tê de 11 hezar ton genim hebû, her wiha depoyên Şergirak ku tê de 9 hezar ton genim û 11 hezar ton ceh heye, dizî.

Li gorî rojnameya "Birgun" a Tirkiyê, saziya berhemên axê ya dewleta Tirk (Toprak Mahsulleri Ofisi) ku saziyeke fermî ye, li xwe mikur hat ku derdora 20 hezar ton genim û ceh û hwd. ji kantona Girê Spî diziye.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe bi dizîna depoyan têr nebû û dizî li kargeh û cihên xebitandinê yên li kantona Girê Spî, pêk hat. Dizî û talankirinê gelê herêmê li hemberî dewleta Tirk bi hêrs kir û gelek xwepêşandan li dijî van binpêkirinan û  rewşa jiyanî, her wiha kêmbûna nan û sotemeniyê derketin.

Hevserokê Odeya Sînaî û Bazirganiyê Fatih Kerdo wiha got: "Li kantonê dizî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat û tiştên mayî jî birin Tirkiyê. Vê yekê rewşa jiyanî ya şêniyan xirabtir kir. Ji ber ku li dikanên bazirganiyê heta pêdiviyên herî biçûk ên jiyanê jî peyda nabin."

Li Girê Spî kargehên plastîk, kargehên madeyên xwarinê û zeyta nebatî, her wiha cihên sînaî û yên xwedîkirina mirîşkan û bi dehan kargehên çêkirina madeyên paqijiyê hatin vekirin.

Kerdo bi rêya têkiliyên xwe yên bi şêniyên li herêmên dagirkirî re ev tişt tekez kir: "Çeteyên dewleta Tirk li dijî xwediyên kargehan şantajê dikin û nîvê qezancên wan jê distînin. Vê yekê berhemdariya xwediyên dikanana kêm kir. Li kêleka wê jî li herêmê madeyên destpêkê yên berhemdariyê kêm in."

(cx)

ANHA