​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî dibistanek hat vekirin

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî îro li kampê dibistanek vekir. Ev gav ji bo 400 xwendekarên li kampê hembêz bike, piştî ku rêxistinên mafên zarokan û mirovan di vekirina wê de bê deng man, pêk hat.

​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî dibistanek hat vekirin
​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî dibistanek hat vekirin
​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî dibistanek hat vekirin
​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî dibistanek hat vekirin
​​​​​​​Li kampa koçberên Girê Spî dibistanek hat vekirin
9 ÇILE, 2020   14:29
EYN ÎSA

Rêveberiya kampê gelek pêwîstiyên dibistanê mîna daniştokan, peyda kirin da ku 50 zarokên koçber ên di kampa Girê Spî xwendina xwe dewam bikin, piştî ku mecbûr man dibistanên xwe terk bikin.  Hevserokê kampa Girê Spî Mihemed El-Şêx tekez kir ku ew ê hewl bidin li gorî derfetên li cem wan, hemû zarokan derbasî dibistanê bikin.

Rêveberiya kampê di 22`yê Mijdara 2019`an de hewl da bi destpêka avakirina kampê dibistanekê li kampê vekin û kadroyên xwendinê peyda bikin, niha 6 mamosteyên di kampê de perwerdeyê didin û dê xwendekar materyalên ku li dibistanên xwe dibirin, perwerde bibin.

Şêx wiha got: "Çend rêxistinan soz da me ku aliyê perwerdeyê li kampê alîkariyê bikin, lê wan soza xwe pêk neanî, ji ber vê yekê em xebitîn da ku bi rêya vekirina vê dibistanê perwerdeyê aktîf bikin."

Mihemed Şêx bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên zarokan û mirovan kir ku desteka aliyê perwerdeyê bikin, her wiha da ku bi sedan xwendekarên ku ji xwendinê bê par mane, xwendina xwe dewam bikin.

Her wiha xwendekarê bi navê Mihemed El-Zemo spasiya rêveberiya kampê li ser vekirina dibistanê kir û di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku vegere mala xwe ku çeteyan dagir kir û vegere dibistana xwe da ku perwerdeyê dewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara koçberên Girê Spî gihaşt 763’yan, ji wan 394 zarok in ku pêwîstiya wan bi perwerde û pêdiviyên din heye.

(jo)

ANHA