QSD: Li Til Temir û Girê Spî 7 çete hatin kuştin

QSD’ê diyar kir ku di navbera 6-8’ê Çileyê de li Girê Spî û Til Temirê êrişên çeteyan berdewam kirin û di encama bersivdana hêzên wan de 7 çete hatine kuştin.

QSD: Li Til Temir û Girê Spî 7 çete hatin kuştin
9 ÇILE, 2020   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên şer û berxwedana di navbera 6-8’ê Çileyê de li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. QSD’ê ragihand ku li Girê Spî û Til Temirê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyan berdewam kirin û di encama bersivdana hêzên wan de duh li Til Temirê 3 û li Girê Spî 4 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: 

TIL TEMIR

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve di 6’ê Çileyê de li gundên Til Mihemed û Ing El-Hewa bi hewan û obusan êriş li dar xistin.

Di 7’ê mehê de komên çete bi çekên giran, tank û obusan êrişeke giran bir ser gundê Til Mihemed û ser çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ya li wê qadê. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrişan da û di encam de pevçûn derket.

Di 8’ê Çileyê de komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li herêma gundên Menax û Feysaliyê xwestin êriş bibin ser çeperên şervanan û herêmên sivîl. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrişan da. Di encama pevçûna demkurt de li vê herêmê bi qasî ku hat zelalkirin, 3 çete hatin kuştin.

GIRÊ SPÎ

Artêşa dagirker gundên Hoşan, Xirbit Kerem, Erîdiyê, Gundê Elo, Qiz Alî, Xirbet Faris, Dibis, Ûm El-Beramîl bi çekên giran bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha komên çete bi çekên giran herêmên sîvîl û rêya M4 a navdewletî jî hedef girtin û bi dijwarî topbaran kirin. Di encama êrişan de ziyanên madî gihîştin milk û zeviyên welatiyên sîvîl. Di 8’ê Çileyê de komên çete hewl da ji gelek milan ve êriş bibin ser gundê Dibis û dagir bikin. Şervanên QSD’ê û YPJ’ê bersiva van êrişan da û di encamê de li wir 4 çete hatin kuştin û êriş hat şikandin.”