Şêniyên Efrînê ji bo Nexweşxaneya Avrîn dest bi hemleya xwîndayînê kir

Ji bo ku kêmasiya Nexweşxaneya Avrîn a xwînê were peydakirin û zehmetiyê di emeliyatan de nekişîne, bi însiyatîfa Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê xwîn hate komkirin.

Şêniyên Efrînê ji bo Nexweşxaneya Avrîn dest bi hemleya xwîndayînê kir
Şêniyên Efrînê ji bo Nexweşxaneya Avrîn dest bi hemleya xwîndayînê kir
Şêniyên Efrînê ji bo Nexweşxaneya Avrîn dest bi hemleya xwîndayînê kir
Şêniyên Efrînê ji bo Nexweşxaneya Avrîn dest bi hemleya xwîndayînê kir
Şêniyên Efrînê ji bo Nexweşxaneya Avrîn dest bi hemleya xwîndayînê kir
9 ÇILE, 2020   13:19
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne û endamên rêxistina Heyva Sor a Kurd ji bo ku alîkariya xwînê bidin û pêwîstiya nexweşên li Nexweşxaneya Avrîn peyda bikin, berê xwe da nuqteya tenduristiyê ya li navçeya Ehresê û xwîn dan.

Ji bo emeliyetan ji bo nexweşan, pêwîstiya Nexweşxaneya Avrîn bi xwînê heye. Ev însiyatîf di demekê de pêk tê ku herêma Şehbayê rojane rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê ku di encamê de welatiyên sivîl birîndar dibin.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Ekrem Ereb der barê mijarê de wiha axivî: "Kantona Şehbayê ji her aliyê ve di dorpêçê de ye. Binpêkirin û topbaran li dijî şêniyan bi awayekî rojane pêk tê. Ji ber vê yekê Nexwaşxaneya Avrîn gelek zehmetiyan dikişîne û ji bo çêkirina emeliyetan ji nexweşan re xwîn pêwîst e.”

Ereb wiha dewam kir: "Dê însiyatîfa me heta peydakirina pêwîstiya Nexweşxaneya Avrîn ji xwînê li hemû gund û navçeyên kantona Şehbayê dewam bike."

(cx)

ANHA