ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 -01-2020
9 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star li Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Helebê çalakiyan ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansîz û hevalên wê li dar dixe, Şêniyên kantona Hesekê û Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê dimeşin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Belgeyên çeteyên DAİŞ/Nusra ku hevkariya wan û çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ ku di bin serweriya dewleta Tirk de hate damezrandin û Girê Spî û Serêkaniyê dagirkirin roj bi roj derdikevin holê û têkiliyên wan eşkere dikin. (BI WÊNE).

- Berovajî bi hezaran ciwanên ku ji tirsa şer û aloziya aborî welatê xwe terik kirin û berî dane Ewopayê, ciwanê Kurd Mihdî Mihyedîn ji wan welatan vegeriya û tev li şoreş û berxwedana  li dijî dagirkeriya Tirk dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serpêhatiya Ehmed Welî serpêhatiya bi sedan welatiyên di nava çar dîwaran de vedibêje. Ehmed ji bo debara xwe bike berê xwe da Tirkiyê. Piştî wê jiyana wî bû jiyanek bi êş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên  kampa Waşûkanî dixwazin li xaka xwe vegerin, lê çeteyên Tirkiyê li Serêkaniyê ne û ew naxwazin vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Partiya Aşîtî ya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku partiyên kurdî yên wekî ENKS`ê yên di nava oposîzyonê de xwedan berjewendî ne, lewma derbarê yekîtiya netewî gav neavêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê şaxê herêma Hesekê Hisên Berî got: “Tirkiye herêma Idlibê winda dike. Bi vê yekê çeteyên wê ber bi tunebûnê ve diçin. Çareseriya tekane ji Idlibê re vegera gel û projeya neteweya demokratîk e ya ku xwe li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê isbat kiriye, ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Meclisa Giştî ya PYD‘ê Bêrîvan Hesen got, Tirkiyê li pêşiya çavên cîhanê  demografyaya herêmên Sûriyê diguhere, bêyî ku cîhan helwesteke cidî diyar bike. Bêrîvan banga avakirina Sûriyeke demokratîk li gelê Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayîka Necah Gulo ku 3 caran têkoşer Sakîne Cansiz dîtiye qala kesayeta wê kir. Necah got: “Şehîd Sakîne Cansiz bi rihê xwe yê şoreşger û têkoşîna xwe ya domdar bandoreke mezin li hezaran kesî kir û wan da ser şopa wê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên bajarê Helebê komkujiya ku istixbarata Tirk li dijî sê têkoşeran pêk aniye, şermezar kir û gotin: “Wê li dijî hemû pergalên desthilatdar ên dijî jinê, asta berxwedanê bilind bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî)… 3 jinên Kurd ên şoreşger li paytexta Fransayê Parîsê di 9’ê Çileya 2013’yan de hatin qetilkirin. Dewleta Tirk suîkastvan bû, lê ev komkujî komployeke navneteweyî bû. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Şedadê bi gilî û gazinc in. Ji ber ku xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên pispor tune ne. Her wiha li navçeyê dermanxaneyên ku ji hêla kesên ne pispor ve têne birêvebirin, belav bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derdorê 4 hezar û 500 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê di deriyê Sêmalka re vegeriya warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA