‘Patiyên kurdî li pey hesabên taybet ketine, lewma gavên cidî neavêtin

Hevserokê Partiya Aşîtî ya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku partiyên kurdî yên wekî ENKS`ê yên di nava oposîzyonê de xwedan berjewendî ne, lewma derbarê yekîtiya netewî de gav neavêtin.

‘Patiyên kurdî li pey hesabên taybet ketine, lewma gavên cidî neavêtin
9 ÇILE, 2020   05:20
QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Aşîtî ya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed li ser girîngiya yekîtiya partiyên Kurd ji ajansa me re axivî. Mihemed di destpêka axaftina xwe de got: “Hêzên li ser xaka Sûriyê bi nakok in, nikarin li civînên wekî Astana, Cinêvê û yên din çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibinin, an jî xizmeta gelên Sûriyê bikin. Serdema vê yekê jî ji ber nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî van civînan nekirin.”

‘YEKÎTÎ GIRÎNGIYEK E’

Telal Mihemed bal kişand ser girîngiya yekîtiya hêz û partiyên kurdî û wiha axivî: “Ji ber lihevkirinên heyî li ser hesabên gelên Sûriyê bi rê ve diçin. Divê partiyên kurdî û hêz li hev kom bibin û ji bo xurtkirina  yekîtiya kurdî biryaryên hevbeş bistînin.”

‘PARÇEBÛBANA TEVGERA KURDÎ BANDORÊ LI BERJEWENDIYÊN KURDÎ DIKE’

Mihemed xîtabî partiyên kurdî kir û got: “Bêyî şert û mercan li ser maseya diyalogên xizmeta gelê Kurd bikin li hev kom bibin. Parçebûna di navbera tevgera kurdî bixweze yên cihê xwe di nava opozîsyona li Tirkiyê digirin an jî yên li Sûriyê bandorê li berjewendiyên kurdî dike.”

Mihemed bal kişand ser banga yekîtiyê ya fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û wiha got: “Gava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev jî rê dide partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd ku bêyî şert û mercan çalakiyên xwe bi  rê ve bibin û tewanên li dijî fermandarên encûmenê werin îbtalkirin.”

‘KESÊN  BI OPOZÎSYONÊ VE GIRÊDAYÎ NE GAVÊN CIDÎ NAVÊJIN’

Telal Mihemed got: “Tevî gelek însiyatîfên banga yekîtiya kurdî lê dîsa jî partiyan gavên ber bi çav neavêtin û hincet derxistin. Ev jî tê wateya partiyên kurdî yên cihê xwe di nava opozîsyona Sûriyê digirin ditirsin. Patiyên kurdî yên di nava opozîsyona de ne anku yên wekî ENKS`ê xwedan hesabên cuda ne. Heke nêzî Rêveberiya Xweser û yekîtiya kurdî bibin dê yekser têkiliyên xwe ji opozîsyonê, komîteyên destûrê û diyalogan ve qut bikin. Lewma gavan navêjin.”

Piştî însiyatîfên banga yekîtiya kurdî û daxuyaniya Rêveberiya Xweser a îbtalkirina tewanên li dijî fermandarên Meclisê û rakirina ENKS`ê ji çalakiyên xwe re, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê  daxuyanî dan û tê de sedema ku gavên cidî navêtinê diyar kirin. Sedem jî ev bû, hebûna girtiyên siyasî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de. Li ser vî esasî em jî dibêjin, pirsgirêka girtiyan û vekirina buroyan buhanene û nabin sedema ku we gavên cidî navêtin. Lewma divê Rêveberiya Xweser di vê derbarê de daxuyaniyekê têkildarî heke girtiyên siyasî di girtîgehên wê de hene yan ne bide.

Hevserokê Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistan Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Yekîtiya kurdî dê xwedan bandor be û bandora xwe li tevahiya gelê Kurd bike. Her wiha dê bandorê li êrişên artêşa Tirk bike, lewma ez dibêjin, em bi hev re dikarin banga daxwazên xwe bikin. Ev jî bi rêya diyalogên bi rejîma Sûriyê dê pêkan be. Li ser vî esasî em ê bikarin destkeftiyên bi saya 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndaran hatine bidestxistin biparêzin.”

Mihemed got: “Divê em rêgeha siyasî û rewşa baş bixwînin. Li gel vê yekê nexşerêya Sûriyê baş û rast diyar bikin. Ji ber heta vê kêliyê rejîma Sûriyê îtîraf bi mafên gelên me nekiriye. Lewma divê tevgera kurdî û partiyên pê ve girêdayî yekîtiya xwe ava bikin û kar û xebata Rêveberiya Xweser pêk ve pêş bixînin.”

(eh)

ANHA