El-Sadir: Piştî xîtaba Trump û Îranê aloziya di navbera Washington û Tehranê bidawî bû

Lîderê Şepela El-Sadrî Muqteda El-Sadir diyar kir ku aloziya di navbera Washington û Îranê, piştî xîtaba Trump û Îranê bidawî bû. Her wiha banga girtina bargehên Heşid El-Şabî kir.

El-Sadir: Piştî xîtaba Trump û Îranê aloziya di navbera Washington û Tehranê bidawî bû
8 ÇILE, 2020   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Sadir di daxuyaniyekê de got: "Her du alî Amerîka û Îran bi rêya telefonê bi serokwezîran ê ku ji kar hatiye derxistin re beriya êrişa hawayî axivîne. Gelo êriş qebûl kiriye lê ne? xwedê dizane."

El-Sadir wiha domand: "Lê ya ku ji bo min girîng e, ev alozî bidawî bû. Bi taybet piştî xîtaba Trump û Komara Islamî."

El-Sadir banga bilezkirina avakirina hikumetek rast û bi hêz di 15 rojan de kir ji bo ku heybet û serxwebûna Iraqê jê re vegerîne. Bi rêya pêşkêşkirina navê 5 bernamzetên xwedî tecrube û durist da ku hikumetek demkî ava bibe ji bo ku çavdêriya hilbijartinên zû bike.

El-Sadir di nav gotinên xwe de diyar kir ku divê hêzên siyasî ji vê bêtir cidî bin û xwepêşendar ji vê nermtir bin da ku mîna van binpêkirinan ji hêle her dewletekê ve di pêşerojê de dubare nebin.

Her wiha El-Sadir teqez kir ku divê hebûna dagirkerî li Iraqê bidawî bibe û rê li pêşiya mudexeleyên wê di karûbarên Iraqê de were girtin û got: "Êdî sebra me ji mudexeleyên derve yên ku berjewendiyên Iraqê di ber çavan re derbas nakin nemaye."

El-Sadir bang li komên iraqî kirin ku bi sebir bin û dest bi karê leşkerî nekin û tundiya hinek kesan bêdeng bikin.

Lîderê Şepela El-Sadrî şîret kir ku tevahiya bargehên Heşid El-Şabî bên girtin da ku nebin armanc eger şepelê berxwedana leşkerî li dijî dagirkeriyê ragihand eger ji Iraqê derneket.

(şx)