ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8 -01-2020
8 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxiyê ji malbatên şehîdaên Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê re dixwazin, saet 15‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê Mihemed Şêxo got: "Tirkiyê berpirsê xirabûna rewşa mirovî ya Idlibê ye. Desteka Tirkiyê ya ji komên çeteyan re rê li pêşiya êrişên hêzên rejîma Sûriyê li ser Idlibê vedike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma endizyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaxê  Reqayê diyar kir, ji piştî rizgarkirina bajêr ve heta niha hêzên wan zêdetirî 18 hezar mayîn bê bandor kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku di bûyera berandina guleyên bêserûber di cejên sersalê de 40 kes girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Êdî eniyên Idlib û Terablusê bi hev ve hatin girêdan. Her du alî anku Rûsya û Tirkiye, hewl didin hevkariya wekî ya li Sûriyê dubare bikin. Der barê rewşa her du herêman de wê îro bi hevdîtina Putîn û Erdogan dê gelek hevpeymanan bên îmzekirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran şaxê bajarê Hesekê diyar kir ku gelê Kurd yek e. Lê hinek partî li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û hincetan diafirînin da ku ji yekitiya kurdî birevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Rêveberiya Rojnameya Lîwaa El-Erebî Mehmûd Hesen got, dewleta Tirk derbasî Lîbyayê bûye, ev yek raterast binpêkirinek ji xaka Lîbyayê ye. (BI WÊNE).

- Şêxê eşîra Begara Abdulrehîm El-Cedûi bal kişand ser helwesta eşîrên ereban ji QSD`ê û got, "Tekane hêza nûnertiya me dike û me diparêze QSD`ê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Sara Rizgar a ji Efrînê bi kamereya xwe êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê, Girê Spî û herêmên Cizîrê berxwedana gel û şervanan a di nava şert û mercên zehmet li hemberî dagirkeriyê belge kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Efrînê yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne diyar kirin ku ew ê asta berxwedanê bilind bikin heta xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Saziya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temir xebatên xwe li dijî êriş û xetereyê, di malên gel de dide meşandin ku her maleke navçeyê ji bo wan bûye qada perwerdeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Zarokên li kampa Waşokanî azara paşguhkirinê dikişînin û rêxistinên mirovî nabin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê planên xwe yên çaremîn û dawîn ên sala 2019`an bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA