Esper: Biryara qetilkirina Suleymanî di cih de bû

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper Îran hişyar kir û got welatê wî ji ihtîmalên dijwartir re amade ye. Esper ragihand ku Amerîka plan nake hêzên xwe ji Iraqê bikişîne.

Esper: Biryara qetilkirina Suleymanî di cih de bû
7 ÇILE, 2020   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Mark Esper ji toreya CNN a amerîkî re got: "Me şîret li serokê Amerîkayê kir ku Suleymanî bike hedef, ji zanîna me ku ev biryara di cih de ye."

Mark Esper wiha domand: "Agahiyên istixbaratî qani bûn û Suleymanî bi rayedarek terorîst re diciviya da ku ji bo êrişan plan bikin."

Girêdayî encamên derbeya Amerîkayê Mark Esper diyar kir: "Bila gelê me û hevalbendên me rehet bin em şer naxwazin. Lê eger destpê kir em amade ne. Îran geş dike û guh nade hişyariyên me û di çarçoveya xweparastinê de em tevgeriyan."

Girêdayî vekişîna Washingtonê ji Iraqê Mark Esper got: "Tu nirxa reşpelika nameya vekişîna ji Iraqê tune ye û DYA`yê venakişe."

(şx)