Yekîtiya Parêzeran banga vekirina doza li dijî Tirkiyê kirin

Yekîtiya Parêzeran  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir, ku  dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne û qanûnên navdewletî hesabê vê yekê dixwazin. Parêzeran bang li dozgeriya navdewletî kirin ku dozekê li dijî Tirkiyê vekin.

Yekîtiya Parêzeran banga vekirina doza li dijî Tirkiyê kirin
7 ÇILE, 2020   20:25

Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî pêk anîn daxuyanî dan û bang li dozgeriya navdewletî kirin, ku dozê li dijî Tirkiyê vekin.

Daxuyaniya Yekîtiya Parêzeran wiha ye:"Êdî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di nava qanûnên navdewletî û mirovî de hatine senifandin rewşeke yesayî, ji ber rojnane pêk tîne û sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer, helandina etîkî û guhartina dîmografiyê bi xwe re tîne, ev jî binpêkirina hevpeymanên NY`yê nexasim ji madeya 1 heta 9 û madeya 39 heta bi 51, li gel vê yekê binpêkirina hevpeymana navdewletî ya 1966`an an ku ya mafên sivîlan, mafên siyasî, aborî, civakî û çandî û ji hevpeymana Cinêv, protokolên pêvekî û yên din re ye.

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ji kuştina bizanabûn, revandin, destavêtin, dizîna endamên laşê mirovan, koçberkirina bizanabûn, wêrankirina binesaziya milkên taybet, giştî, jêderên enerjiyê, avê, nexweşxane, dibistanên bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li gorî qanûna navneteweyî sûcên şer in. Tevî guhertina demografiya wan herêman, bicihkirina biyaniyan li şûna şêniyên resen û pêkanîna sûcên qirkirina mirovî û şer.

 Li gorî pergala Roma ya bingehîn a dadgeha sûcan a navneteweyî ya sala 1998`an bi madeyên xwe 5-6-67-8  van sûcan ceza dike. Her wiha maf dide dozgerê navneteweyî yê giştî di vê dadgehê de ku dozên giştî li dijî her kesê sûc pêk anîne. Bi taybet sûcên ku rêgez û armancên NY`î di ewlehî û aştiya navneteweyî binpê dikin. Parêzeran bang li dozgerê giştî yê navneteweyî yê dadgeha cezayan a navneteweyî û Konseya Ewlekariya Navneteweyî dike ku însiyatîf bike û dozên giştî yên navneteweyî li dijî dewleta Tirk a dagirker veke."

(eh/şx)

ANHA