Buseyna Şaban: Erdogan ji bo terorîstên li Sûriyê parastineke bingehîn e

Şêwirmenda serokkomarê rejîma Sûriyê Buseyna Şaban got, Erdogan ji bo terorîstên li Sûriyê parastineke bingehîn e.

Buseyna Şaban: Erdogan ji bo terorîstên li Sûriyê parastineke bingehîn e
7 ÇILE, 2020   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Buseyna Şaban di hevdîtinekê de bi kanala RT ya Rûsyayê re got: "Erdogan ji destpêka şerê li Sûriyê ve  rolek fêlebaz dilîze. Bêguman teror û terorîstan li Sûriyê diparêze."

Buseyna wiha domand: "Axaftina li ser komên din çi yên kurdî dibin an jî komên din, ew axaftinek cuda ye. Ji ber ku sûrî ne û di dema ku dev ji hevkariya bi biyaniyan re li dijî berjewendiya welêt berdidin, hikumeta Sûriyê û gelê Sûriyê hemêza xwe ji wan re vedike û bi wan re hevkariyê dike ji bo ku axa Sûriyê ji terorê rizgar bibe."

Buseyna di nav axaftina xwe de diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan di dema şer de daxuyaniyên ku dide heta lihevkirinên Astanayê pêk neanîn.

Di bersivandina pirsa gelo Şam amade ye hevdîtinan bi Tirkiyê re pêk bîne eger zemînek jê re peyda bû, Buseyna got:  "Berê hevdîtinên di navbera rayedarên ewlehî yên Sûriyê û Tirkiyê de çêbûn. Lê her du alî negihaştin tu encamekê. Ya girîng ne hevdîtin e lê belê niyeta ku encamên van hevdîtinan rastîn bin. Koordîneya di navbera Tirkiyê û Sûriyê de kûr û rastîn e."

Buseyna serdena serokê Rûsyayê ya dawîn ji Sûriyê re bi taybet serdana mizgefta Umewî û katederaiya Mirîmiye bi "gelek girîng"wesifand.

Îro serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana paytexta Sûriypê Şamê kir û bi hempêşiyê xwe yê Sûriyê Beşar El-Esed re civiya. Piştre berê xwe Stanbolê.

(şx)