Rojnamevanekî misrî: Tirkiyê ji bo piştgiriya Îxwanan tevdigere

Serokê Meclisa Rêveber a Rojnameya Allewaa El-Erebî rojnamevan Mehmûd Hesen got, destwerdana dewleta Tirk a di Lîbyayê de binpêkirine ji xaka Lîbyayê ye re û anî ziman ku Tirkiyê wekî hêzekê ji bo piştgiriya şepêla îxwançiyan tevdigere.

Rojnamevanekî misrî: Tirkiyê ji bo piştgiriya Îxwanan tevdigere
8 ÇILE, 2020   06:50
KOBANÊ

Di demekê de ku aloziya hundirîn a Lîbyayê û destwerdana derve zêde dibe, mijara şandina hêzên Tirkiyê ya ber bi Lîbyayê ve dikeve rojevê. Li gorî rûdanên ser erdê diyar e ku li herêmên Rojhilata Navîn wê rewş aram nebe.

Girêdayî mijarê Serokê Meclisa Rêveber a Rojnameya Allewaa El-erebî şêwirmendê Têkiliyên Navdewletî yê Sendîqeya Rojnamevanan a Kuwêtê rojnamevan Mehmûd Hesen ji ANHA‘yê re axivî û got: "Şerê li qada Lîbyayê berdewama nakokiyên mezin ên di navbera hêzên herêmê û navdewletî de ye ku nakokiyên xwe yên siyasî, aborî û stratejîk derbasî xakeke nû kirin."

Mehmûd bal kişand ku Tirkiyê ji geşedanên li Lîbyayê diqewimîn ne dûr bû û got: "Tirkiyê ji sala 2014`an ve destwerdana  xaka Lîbyayê dike, destekdayîna wê ya leşkerî û siyasî ku berê bi awayekî veşartî bû îro eşkere ye."

Rojnamevan Mehmûd Hesen got: "Hêzên herêmê û navdewletî piştî ku Sûriya kiribûn şanogeha nakokiyên xwe, vê carê nakokiyên xwe yên siyasî, aborî û stratejîk veguhestin xakeke nû."

Li gel berdewama alozî û şerê li Lîbyayê yên di navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û Hikûmeta Wîfaqê ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire de, parlamantoya Tirkiyê şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê erê kir da ku destekê bide hikûmeta Wîfaqê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan 6‘ê Kanûnê hêzên xwe fermî şand Lîbyayê. Gelek dewletên ereban, nexasim Erebistana Siûdiyê û Misr, her wiha gelek dewletên Ewropa ji wan Yewnanistan û Îtalyayê ev yek red kirin.

Diyar e ku serokê Tirkiyê hewl dide hevalbendên xwe yên ku di demên dawîn de li bajarê Sertê binketin rizgar bike, di demekê de ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê nêzî deriyê paytextê ye.

Li gorî agahî û gelek belgeyên ku belav bûne, Enqere "çeteyên sûrî" yên li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine bi pereyan dişînin Lîbyayê da ku li dijî artêşa Lîbyayê şer bikin. Li gorî hin çavkaniyan hin çeteyên sûrî nasnameyên tirkî standine.

Di vê derbarê de rojnamevan Mehmûd Hesen wiha axivî: "Lîbya îro bûye qada şerê ajandeyên derve û hundirîn, em dikarin wekî destwerdana bi kêmanî 6 ajandeyan bi nav bike, gelek aliyên nakokiyan hene, ji wan hevalbendiya Misr- Erebistana Siûdiyê û Îmaratê li dijî hevalbendiya Qeter û Tirkiyê, her wiha nakokiyên Fransa û Îtaliya li gel nakokiyên ajandeyên Rûsya bi ajandeyên Amerîkayê re."

Rojnamevanê misrî û şêwirmendê Têkiliyên Navdewletî yê Sendîqeya Rojnamevanan a Kuwêtê Mehûmûd Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Bê guman siyaseta Erdogan nakokiyên olperestî wê hikum dike. Tevî hişyariyên navdewletî ji encamên vê destwerdanê, Tirkiyê bêyî ku tiştekî di ber çavan re derbas bikin wekî hêzekê ber bi piştgiriya şepêla Îxwanan ve dilive ku li kuderê dibe bila bibe. Destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê de êriş û binpêkirineke ji xaka Lîbyayê ye. "

 (eh)

ANHA