Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin, rêxistinên mirovî bi karê xwe ranabin

Hejmara koçberan li kampa Waşokanî gihaştiye 6 hezar û 200‘î. Koçber di nava şert û mercên zehmet de dijîn di demekê de ku rêxistinên navdewletî erkên xwe bi cih naynin.

Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin, rêxistinên mirovî bi karê xwe ranabin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin, rêxistinên mirovî bi karê xwe ranabin
Hejmara koçberên li kampa Waşokanî zêde dibin, rêxistinên mirovî bi karê xwe ranabin
4 ÇILE, 2020   14:54
HESEKÊ

Di encama êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha didome 300 hezar sivîl hatin koçberkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê 64 navend ji bo koçberan vekirin û li bajarokê Tiwêna yê 12 km dikeve rojavayê bajêr kampa Waşokanî vekir.

Koçberên di kampê de di şert û mercên zehmet de dijîn di demekê de ku ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ti rêxistinên navdewletî bi karê xwe ranabin.

Hejmara wan ku berê 5 hezar û 700 bûn niha derket 6 hezar û 200, anku hezar û 100 malbat. Her malbatek di çadirekê de dimîne.

Rêveberê kampê Hesen Yûsif diyar kir ku hîna gelek malbat di kampa pêşwazîkirinê de ne û qeydkirina rawestiyaye, ji ber ku xebatên sererastkirina kampê di encamên rewşa hewaya de dereng dimeşe.

Rêveberê kampê û Rêxistina Heyva Sûr a Kurd heman hezar û 200 pakêtên xwarinê û 100 pakêtên tenduristiyê tevlî sobe û betanî û gaz pêşkêşî koçberan kirine.

Rêveberê kampa Waşokanî Hesen Yûsif bang li rêxistinên navdewletî kirin ku alîkariyan ji koçberan re bişînin.

ANHA