Enwer El-Mişrif: Erdogan serokê rêxistina navneteweyî ya Îxwan El-Muslimîn e

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Enwer El-Mişrif, serokkomarê Tirkiyê wesifand ku ew serokê rêxistina navneteweyî yê Îxwan Musilmîn e û teqez kir ku Misr destwerdana Tirkiyê red dike, ji ber ku bêîstiqrariya li Lîbyayê bandorê li Misrê dike.

Enwer El-Mişrif: Erdogan serokê rêxistina navneteweyî ya Îxwan El-Muslimîn e
31 kanûn, 2019   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Enwer El-Mişrif ji ANHA`yê re qala rûdanên li Lîbyayê û nakokî û bandorên wê li ser Misrê kir, her wiha behsa helwesta dawî di desteka hikumeta Erdogan ji rêxistina Îxwan El-Muslimîn li Lîbyayê û şandina çeteyên Sûriyê ji bo desteka Îxwanê kir.

El-Mişrif wiha got: "Erdogan çeteyên ku di bin fermana wî de şer dikin, şandin Lîbyayê, ji ber îro Erdogan serokê rêxistina navneteweyî ya Îxwan El-Muslimîn a terorîst e, ew dibîne ku dibe hikumeta Îxwan li Lîbyayê beramberî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi fermandariya Hefter bibin, ji ber vê yekê Erdogan hewl dide hikumeta El-Sîrac a Îxwanî û Îxwanên li Lîbyayê rizgar bike. Ji ber ev rêxistina Îxwanî dibîne ku îslam ne welat û ne jî sînorê xwe heye, her wiha dibînin ku hemû dewletên ku endamên rêxistinê hebin, ên wan in û ji mafê wan e ku wê kontrol bikin."

Der barê helwesta Misrê ji destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê de El-Mişrif wiha got: "Misr rastî xerabiyên rêxistinên terorîst û teqînan ji aliyê çeteyên terorîst hat, ev çete koka wan girêdayî fikra Îxwan El-Muslimîn, hebûna van komên radîkal li ser sînorê rojavayê Misrê metirsiyan çêdike, ji ber berfirehiyeke mezin sînorê Lîbyayê girêdayî Misrê ye û eger bêîstiqrarî li Lîbyayê çêbe, dê bandorê li xebatên avakirinê li Misrê bike, ji ber vê yekê ji berjewendiyên Misrê istîqrara Lîbyayê û kontrolkirina artêşa Lîbyayê hemû xaka Lîbyayê ye."

(jo)

ANHA