Mijarên rojnameyên erebî – 31 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa qaşo opozîsyona Sûriyê, derbeyên Amerîkayê yên dawîn li Iraqê û Sûriyê û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 31 Kanûn
31 kanûn, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

 ?EL-EREB: JI OPOZÎSYONA SÛRIYÊ ÇI MAYE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir ku jê jî rewşa qaşo opozîsyona Sûriyê ye. Têkildarî mijarê nivîskar Behaa El-Ewam di gotara xwe ya rojnameya El-Ereb belav kiriye de pirs kir ku çi ji vê opozîsyonê maye?

El-Ewam wiha dest bi gotara xwe kir: "Tişta ku Erebistana Siûdiyê der barê lidarxistina kongreya muxalîfên Sûriyê yên serbixwe bi hedefa tevlêbûna wan a desteya dan û standinê dike de, li gorî nêrîna serokê desteyê Nesir El-Herîrî bi rastî hewceyî rawebûneke qanûnî ye."

Lê belê bikaranîna dewleta Tirk a komên Sûriyê ji bo êrişkirina herêmên bakur yan jî şandina komên Sûriyê ji bo şerkirina li Lîbyayê, mijarek ne hewce ye lêhûrbûna qanûnî ye. Ji aliyê nêrîna îtîlafa Sûriyê ku El-Herîrî gotiye, ji dewleta Tirk re maf e û ji kesên din re ne maf e.

Ji bo Riyadê sedemên lidarxistina kongreyê hene. Yan NY’yê encamên wê qebûl bike yan jî bi temamî red bike ku tu tişt pêk nehatiye.

Em ji bîr nekin ku Erebistana Siûdî, desteya dan û standin beriya çend salan damezirandiye. Ji kesên serbixwe re di desteyê de 8 danişt hene ku navên wan daîmî nehatine qeydkirin. Di herhalî de pêngava Erebistana Siûdiyê ne cihê nirxandina exlaqî ye. Ji ber dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û ne li gorî xewnên gelê Sûriyê ye.

Kongreya li Riyadê hatiye lidarxistin pirs ava kirin û wiha ne; gelo pêwîstiya desteya dan û standin bi guhartina binesazî û perspektîfan heye? Gelo rewşa ku opozîsyon gihiştiyê, xwesteka wê bi jinûvefikirandina li ser sazî û rewabûnê heye?

Zanebûna nexweşiyê, pêngava yekemîn a diyarkirina derman e. Bloka herî mezin di desteya dan û standinê ya bi nûnertiya opozîsyonê de, Itîlafa Sûriyê ye ku êdî bûye bloka dewleta Tirkiyê ye ku li ser pêkanîna ajandeyên serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Bakurê Sûriyê dixebite wek rewşa komên çekdar.

Lê nûnerên desteya tensîqê û dikeyên Qahîre û Moskovê, bangên aştiyê ne ku bi nûnerê Faris re yê ku gotiye "Di efûkirinê de kêfxweşî heye ku di tolhildanê de nabînin", hevkar in.

Piştevaniya komên opozîsyonê yên çekdar ji êrişên dewleta Tirkiyê re li ser herêmên Rojhilatê Firatê, bû sedemên jevkirina di hundirê dest û Itîlafê de û dibe ku bibe sedema hilweşandina wê. Meclisa kurdî, koma Îxwan û yên bi wê re, li ser hesabê PYD’ê û YPG’ê kêfxweş nake. Heke meclis û ji îtîlafê qut bû û li herêmên Rojhilatê Firatê vegerî, ev jî tê wateya ku dê Rêveberiya Xweser a Herêmên Bakurê Sûriyê bibe nûnerê yekane a kurdên Sûriyê û tevahî şêniyên wan herêman.

Li gorî ferdên opozîsyoner ji dereve desteya dan û standinê yên ku li tevahî cîhanê belav bûne, bi giştî li gorî desteyê ne û li gorî Itîlafê ne. Ji ber pirî caran Îtîlafê ew xapandin. Pela wê ya dawîn di şerê Idlibê de ket ku bi hevkariya garantorê Tirk a peymana herêma bêçek, pêk tê.

Malpera Facebookê, dikeya sereke ya muxalîfên serbixwe yên ji derveyî desteyê ne û dibe ku hêmana hevpara ya yekane di navbera wan de be.

Dibe ku ev giştî, rewabûnek ji Erebistana Siûdiyê re der barê lidarxistian kongreya kesên serbixwe de be û dibe ku jî ne wisa be. Lê di tevahî rewşan de, divê em li xwe itîraf bikin ku guhartinên meydanî û siyasî ku li ser aloziyê di sala dawî de pêk hatine,  guhartinekê di desteya dan û standinê ya opozîsyonê de dixwaze. Mebesta me, ne guhartina der barê serkeftinên angaştî yên rejîmê de ne, lê belê yên nêrîn û perspektîfên pêkhateyên desteyê, eşkere dikin, ne.

Dibe ku çareserî di jevkirina îtîlafa Sûriyê de be û ji nû ve desteya dan û standinê xwe ava bike.

Her wiha jî dibe ku dem hatiye ku refên desteyên berfireh bikin ku tê de partî û blokên nû hebin mîna Rêveberiya Xweser a Bakur.

Di dawiya 2019’an de ji aloziya Sûriyê, divê deriyê guhartinê di dan û standina erebî de bi opozîsyonê re bê vekirin û bi wê re jî xebat li ser aloziyê pêk bê.

Lîsteya dostên opozîsyonê li herêmê û cîhanê tê guhartin an jî kêm dibe. Ev jî dibe ku li gorî berjewendiya rejîmê be yan jî li gorî berjewendiya gelê Sûriyê be. Lê belê di rastiyê de ne li gorî berjewendiyên her duyan in.

EL-BEYAN: DERBEYA AMERÎKAYÊ JI IRAQÊ RE.. NAME JI ÎRANÊ Û WEKÎLÊN WÊ RE NE

Der barê bombebarana Amerîka ya dawîn li Iraq û Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha got: "Li Iraqê di navbera Amerîka û Îranê de şer derdikeve. Li gorî lêkolîneran ku derbeya Amerîkayê li dijî ketîbeyên Hizbullah tê wateya geşedaneke berbiçav di bersivdayîna Amerîkayê de ku ji gefekê bû bersiveke pratîk.”

Amarîka dixwaze du peyaman ji Îranê re bişîne. Ya yekem ku ew li meydanê heye, vekişandina hêzên wê ji Sûriyê sînordar e û ev nayê wateya ku wan qad vala kir lê belê ew amade ye ku bersiva Îranê bide her wiha dema tê xwestin destwerdanê dike.

Peyama duyemîn ku ew hişyara, derfet nade Îranê ku destwerdana Iraqê bike. Her wiha peyamek ji Iraqê re şand ku dibe di çi demê de be serweriya wê binpê bike heger ku tu xeterî li ser xaka Rafîdên hebe ji bo parastina wê ji terorîstan bike.

ŞERQ EL-EWSET: ENQERE NIYETA XWE DI ŞANDINA ŞERVANÊN SÛRÎ JI LÎBIYAYÊ RE, TEKEZ DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Duh hikûmeta Tirkiyê muzekireyek ji Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan hatibû îmzkirin pêşkêş kir. Têde dixwaze ku derfet bide wan ku hêzên leşkerî ber bi Lîbyayê ve bişîne. Ev yek li gorî xwesteka ku hikûmeta  "Wîfaq" li Terablusê bi serkêşiya Fayiz El-Sirac hat kirin."

EL-ÎMARAT EL-YEÛM: OPOZÎSYONA TIRKIYÊ ŞANDINA HÊZAN BER BI LÎBIYAYÊ VE RE DIKE

Rojnameya El-Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand:"Partiya opozisyonê ya sereke li Tirkiyê duh got ew projeya ku derfet bide hêzan li Lîbyayê belav bibin, red dike. Her wiha got ev yek dê şerê li wê deverê zêde bike û dê li herêmê belav bibe."

Her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji rojnamevanan re tekez kir ku hikûmeta Tirkiyê duh projeyek qanûnî ji parlamentoyê re şand ku derfet bide wan hêzên xwe ber bi Lîbyayê ve bişînin. Her wiha dezgehên çapemeniya Tirkî got bang li parlamenter ji  bo civînekê kirine ji bo projeya qanûnî nîqaş bikin.”

(fr-bx)