Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû

Meclisa kantona Hesekê ji sedî 50 ji projeya sergirtina çopê li bajarê Hesekê yê Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir. 25 milyon lîreyên Sûriyê ji bo projeya sergirtina tenduristî ya çopê, bi hewldana xwejêrizgarkirina ji çopê bi rêbazên tenduristî, sînodarkirina şewatandinê û belavkirina çopê, hatin diyarkirin.

Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû
Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû
Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû
Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû
Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû
Li Hesekê ji sedî 50 ji projeya "sergirtina tenduristî" ya çopê, bi dawî bû
31 kanûn, 2019   07:54
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Belavbûna çopê û komkirina wê bi şêweyekî bêserûber ji pirsgirêkên herî asteng li pêşberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li piranî herêmên wê ye.

Bi hewldaneke ji Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê ya xwejêrizgarkirina ji çopê û sînordarkirina belavbûna cihên çopê yên bêserûber, li ser projeya sergirtina çopê li cihekî taybet a komkirinê, tê xebatandin.

Ji bo temamkirina plana Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan ku di nîvê 2019’an de dest pê kiriye, xebata li ser sergirtina tenduristî ya çopê bi rêya kolandina rûbereke bi zêdetirî 25 donim erd û bi kûrahiya 3 m li zeviyekî diyarkirî, pêk tê.

Cihê sergirtinê, bi 3 km dikeve başûrê bajarê Hesekê, rêyeke sereke ya derbasbûna alavên çopê hat vekirin û her wiha jî dê dîwrek li derdora wê bê lêkirin.

Der barê hedef, mezextin û merheleyên projeyê, Hevseroka Gerînendetiya Hawîrdorê ya kantona Hesekê Robenda Ebdo li gel ajansa me ANHA’yê axivî û wiha îşaret pê kir: "Hedef ji vê projeyê, xelaskirina ji cihên avêtina çopên bêserûber, parastina hawîrdorê bi rêya sergirtina çopê û sînordarkirina şewatandinê û belavbûna wê ye."

Robenda Ebdo wiha domand: "Ji projeyê re 25 milyon lîreyên Sûriyê hatin diyarkirin. Dê bi rêya alavên Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantonê û bi rêya werşeyên wê yên pîşeyî, pêk bê. Her wiha jî dê dîwarek jî li dorhêla cihê çopê da ku neyê belavkirin, were lêkirin."

Robenda wiha bi dawî kir ku xebat berdewam e û heta niha ji sedî 50 ji planê pêk hatiye.

(fr)

ANHA