Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê karê 2019`an nirxand û plansaziya 2020`an danî

Meclisa  Edaleta Civakî ya Minbicê û gundewarê wê di civîna xwe ya salane de pirsgirêkên ku rastî xebatên wan di sala 2019`an de tên nirxandin û plansaziya 2020`an danî.  Jê xebatên plansaziyê yên herî girîng pêkanîna qanûna jinê û amadekarina projeya avakirina avahiyek taybet ji bo Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê ne.

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê karê 2019`an nirxand û plansaziya 2020`an danî
Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê karê 2019`an nirxand û plansaziya 2020`an danî
Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê karê 2019`an nirxand û plansaziya 2020`an danî
Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê karê 2019`an nirxand û plansaziya 2020`an danî
Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê karê 2019`an nirxand û plansaziya 2020`an danî
30 kanûn, 2019   15:57
MINBIC

Meclisa Edaleta Civakî civîna xwe ya salane ji bo nirxandina xebatên meclisê yên sala 2019`an li hola civînan a Meclisa Qanûnsaz li navenda bajêr lidar xist. Endamên Komîte û desteyên girêdayî meclisê yên bajarê Minbicê û gundewarê wê  tevî nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li civînê bûn. Pirsgirêkên rastî wan hatine gotubêj kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê û gundewarê wê Emîre Hemo rapora salê xwend. Di raporê de xebatên meclisê yên 2019`an hate nirxandin û tê de diyar bû ku li gorî salên borî pêşketinek balkêş di karê meclisê re çêbûye.

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê di 16`ê Çileya 2016`an de hate avakirin.

Li gorî rapora meclisê ya salane hejmara dozên ji meclisê re hatine pêşkêşkirin 2 hezar û 629 dozên sivîl û sûcî. Hezar û 953 doz hatine ber destê komîteyên lihevanînê. Meclia Lihevanînê ji wan dozan, hezar û 870 doza çareser kirine û 303 doz ji Dîwana Meclisa Edaletê re şandine. Dozên mayî jî hîna dinirxîne.

Piştî bidawîbûna xwendina raporê, deriya nîqaş û pêşniyaran ji endaman re hate vekirin. Di piraniya nîqaşan de hate bibîrxistin ku edaleta civakî bingeha sereke ya bingehên neteweya demokratîk e. Her wiha banga zêdekirina hejmara komîteyên lihevanînê di komînan de kirin ji bo ku hejmara herî mezin ji dozan bi awayekî aştiyane çareser bikin.

Di dawiya civînê de hevserokê komîteyên lihevanînê Ebdulrezaq Ismaîl plansaziya 2020`an xwend. Pêkanîna qanûna jinê û amadekirina projeya avahiyek taybet bi Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê ji girîngtirîn xebatên di plansaziya xwe ya bê de ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WKU5g9toLrk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>