​​​​​​​Li bejahiya Eyn Îsayê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de berisva êrişa leşkerên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Fatsa û başûrê rêya M4 dan. Di encam de erebeyeke hate teqandin û 3 leşker hatin kuştin.

​​​​​​​Li bejahiya Eyn Îsayê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
29 kanûn, 2019   16:42
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî başûrê rêya M4 kirin û navendên artêşa rejîma Sûriyê yên li derdora gundê Bîr Îsa yê 20 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kirin armanc.

Di encamê de 3 erebeyên rejîmê hatin ruxandin û hejmarek ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

 Şervanên QSD‘ê bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê yên li ser gundê Fatsa û başûrê rêya M4 dan. Di bersivdayînê de erebeyek zirxî hat teqandin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

ANHA