Ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin

Li navçeya Tirbespiyê Partiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi wesîleya sersalê şahiyeke ji bo zarokan li dar xist.

Ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin
29 kanûn, 2019   15:32
QAMIŞLO

Şahî li Buroya Partiya Lîberal bi amadebûna bi dehan zarok, nûnerên partiyên siyasî yên li navçeyê hate lidarxist.

Şahî di deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre rêveberê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Hanî Nebî bi xêrhatina beşdaran kir û sala nû pîroz kir. Hanî anî ziman ku armanca wan ji vê şahiyê dilê zarokan, bi taybet ên Serêkaniyê û Girê Spî şad bikin û wan ji hawa û bandora şer dûr bixin.

Di dawiya şahiyê de dîlan hatin gerandin û  diyarî li zarokan hate belavkirin.

ANHA