Hawirdekirina malên Tirkiyê ji Başûr re bi rêjeya 492 milyon dolar kêm bû

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardeyê ya Herêma Kurdistanê şaxê Hewlêrê diyar kir ku rêjeya hawirdekirina kel û pelan ji bo Herêma Kurdistanê li gorî sala par gelekî kêm bûye. Her wiha bal kişand ser boykotê jî û da zanîn ku ji ber boykota malên Tirkiyê, hawirdeya ji Tirkiyê jî kêm bûye.

Hawirdekirina malên Tirkiyê ji Başûr re bi rêjeya 492 milyon dolar kêm bû
29 kanûn, 2019   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê şaxa Hewlêrê ya Yekitiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Geylan Hacî Seîd, bi daxuyaniyeke çapemeniyê rêjeya hawirde (îthalat) û hinardeya (îxracat) sala 2019’an eşkere kir.

Li gorî rêjeyê di 9 mehên sala 2019’an de 48 milyar û 970 milyon dolar ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê hawirde hatiye kirin. Ev yek ji bilî xizmetguzariya ceyran û gazê ya ji welatê Îranê tê.

Rêjeya hawirdekirina Herêma Kurdistanê di sala 2018’an de 62 milyar û 881 milyon dolar bû. Lê rêjeya 2019’an bûye 20 milyar û 962 milyon dolar. Yanî ji sedî 22’ hawirdekirina ji bo Herêma Kurdistanê ketiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pileya yekem de ji Tirkiye û Îranê kel û pel hatine hawirde kirin. Piştî wê jî welatê Çîn bi bihayê 5 milyar dolar kel û pel hawirdeyê Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye.

Hacî Seîd balkêşa ser bandora boykotkirina malê Tirkî de jî  û da zanîn ku hawridekirina malê Tirkî 492 milyon dolar ketiye. Seîd da zanîn ku sedemê ketina hawirdeyê, boykot bû.

Seîd herî dawî balkêia ser henardekirina malê navxweyî û got; “Tenê hinek paşmayên weke kaxez û plastîk ji Herêma Kurdistanê hatiye hinarde kirin. Ev jî nakevin nava berhemên navxweyî de.”