El-Caferî: Piştgiriya Tirkiye û Qeterê ya ji terorê re îro jî Lîbyayê dike hedef

Nûnerê Sûriyê yê li NY’yê Beşar El-Caferî got "Êdî ji dewleta Tirk re tu dost neman. Ji ber ku piştevaniya terorê dike. Her wiha jî hevalbendiya Qeter û Tirkiyê îro çawa ku Sûriyê hedef digire, Lîbyayê jî dike armanc."

El-Caferî: Piştgiriya Tirkiye û Qeterê ya ji terorê re îro jî Lîbyayê dike hedef
29 kanûn, 2019   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşar El-Caferî duh di danişîna Komeleya Giştî ya NY’yê de axivî. El-Caferî wiha got: "Rejîmên Qeter û Tirkiyê piştevaniya terorê dikin. Li ser zimanê serokê Qeterê yê berê Hemed Bin Casîm hat, heke nûnerê Qeterê navê serokwezîrê berê yê welatê xwe nenase."

El-Caferî wiha lê zêde kir: "Ev kes li ser kanala Qeterê derket û got Qeter, Erebistana Siûdî û Tirkiyê 137 milyar dolar ji piştevaniya hikumeta rewa ya Sûriyê re terxan kiriye."

El-Caferî piştrast kir ku ev şahide girîng e ku divê di ber çavan re derbas bibe û wiha domand: "Şahideyên dîtir jî wiha dibêjin; rejîma Qeterê ya piştevaniya terorê dike, bertîl daye terorîstên ku li herêma di navbera hêzên li Colanê de belav bûne. Da ku hêzên NY’yê yên Endouf yên ji ketîbeya Philippine û Fijian serbest berdin. Qeterê 50 milyon dolar da van terorîstan. Ev bertîl jî qanûna Meclisa Ewlehiyê ku endaman ji dayîna bertîlan ji terorîstan re mehrûm dike, binpêkirin e."

El-Caferî wiha berdewam kir: "Rejîma Qeterê xwe dûrî cezayên pêş ku lê ferz bibin, dixe. Ew jî şaş e. Ji ber ku dê ceza bikin. Ev rejîm hê jî piştgiriya Cebhet El-Nusra li Idlibê dike. Ez naxwazim vê rejîma qezemok (bejnkurt) mezin bikim. Ji ber ku li gorî perspektîfên rêveberiya Amerîkayê tev digere. Mixabin ev rola ku li ser diaxivim, piştevaniya tevgerên îslamî dike. Da ku ewlehî û aştiya cîhana erebî û îslamî, hilweşîne."

El-Caferî der barê bersivdayîna nûnera dewleta Tirk de wiha da zanîn: "Têkildarî nûnera dewleta Tirk, wê gotegotên vala û kirêt kirin. Ez tînim bîra wê ku dîroka welatê wê li herêmê, dîrokeke kirêt e, çi Osmanî, çi jî Tirkî dibe bila bibe. Tu dostên dewleta Tirk li derdorê neman. Ji ber ku piştevaniya terorê dike û dihewîne. Hevalbendiyeke Qeter û Tirkiyê ya ku tê nasîn heye. Ev hevalbendî jî îro Lîbyayê wek çawa Sûriyê hedef girtiye, armanc dike."

Li dawiyê El-Caferî ji nûnerê Qeterê re wiha got: "Roja hesabê tê, vê nameyê ji rayedarên rejîma xwe re ku piştevaniya terorîstan dikin, bigihîne."

(fr)