Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê

Pêkhateyên bajarê Qamişlo xwe ji pîrozbahiyên sersalê re amade dikin. Piraniya kolanên bajêr û bi taybet ên taxên Suryanan bi darên sersalê hatine xemilandin.

Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
Li Qamişlo amadekariyên pîrozbahiya sersalê
29 kanûn, 2019   13:35
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR- BASIL REŞÎD

Bajarê Qamişlo ku di navbera salên 1926 û 1934`an de hatiye avakirin, wek bajarekî mezin û modern tê hesibandin. Li Qamişlo Kurd, Ereb û Suryan dijîn û têkiliyên xurt wan bi hev ve girê didin û hemû cejnên xwe bi hev re pîroz dikin.

Kolan, avahî, navend, dikan û xwaringehên bajêr bi darên sersalê hatine xemilandin û ronîkirin.

Xemilandinê îsal rengekî xweş û cûda da bajêr. Ciwan û malbat berê xwe didin cihên hatine xemilandin û li ber ronahiyê û darên sersalê wêneyên xwe digirin. Ev yek jî vîna şêniyên herêmê li hemberî zehmetiyên ku tê re derbas bûne, nîşan dide.

Ji bo parastina şêniyan û serwerbûna aramî û ewlehiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên parastinê li bajêr û deriyên têketin û derketinê zêde kirine.

(cx)

ANHA