Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwest.

Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî hat xwestin
29 kanûn, 2019   10:50
QAMIŞLO

Îro şêniyên bajarê Qamişlo ji malbata şehîd Sadiq Remedan (Cûdî Milîtan) ku di 25`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bûbû, ji malbatên şehîd Kînan Xelîl (Delîla Ararat) û Mihemed Xalid (Baran Qamişlo) re ku di 13`ê Cotmehê de li bajarê Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, sersaxî xwest.

Konê sersaxiyê ku li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hatibû vegirtin, bi wêneyên şehîdan û alên YPJ, YPG û QSD`ê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Faris Murad û Fatima El-Casim axivîn û di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest.

Axaftvanan bal kişand ser kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û wiha got: “Xwîna şehîdên me yê her sê pêkhateyan ket nava hev, bi vî awayî me ji cîhanê re diyar kir ku em yekdest in û tu cûdahî di navbera me de tune ye.”

Serdana konê sersaxiyê dewam dike.

(ekîb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8QMJv1mqxUs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>