Koçberê ji Girê Spî: Komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêk anîn

Apê Osman ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî neçar dimîne ku koçî Minbicê bike. Apê Osman şahidê gelek binpêkirinên dagirkeriyê ye û dibêje “Her tişt ji dest me çû, eger tiştek di mala me de nemabe jî dixwazim vegerim ser axa xwe û mala xwe."

Koçberê ji Girê Spî: Komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêk anîn
25 kanûn, 2019   06:53
MINBIC-SELWA ABDULREHMAN

Hejmarek zêde ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku herêmên wan di êrişên vê dawiyê de hatin dagirkirin, koçber bûn. Hindekan xwe spart bajarê Hesekê û hinên din li gundewarên bakurê Reqayê û hinek din jî li bajarê Minbicê bi cih bûn.

Hevserokê kantona Girê Spî Hemdan Ebd diyar kiribû ku di encama êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de bi hezaran sivîl koçber bûn, jê 60 hezar ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ne.

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Osman ê bavê 9 zarokan e, ji ber êrişên artêşa Tirk ji gundê xwe Bir Ereb ê bajarê Girê Spî ya dagirkirî koç kir.

‘MALBAT JI BER HOVÎTIYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK REVIYAN’

Osman (60) diyar dike ku dema artêşa Tirk û çeteyên wê gund û herêmên wan topbaran kirin, neçar man ji malên xwe derkevin û ji hovîtiya çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker birevin.

Der barê kiryarên çeteyan de Osman wiha tîne ziman: "Çeteyan bi armanca guhartina demografiya herêmê mal û milkên me desteser kirin, wêran û talan kirin û sivîl qetil kirin."

‘ÇETEYAN SIVÎL QETIL KIRIN’

Osman şahidê hovîtiya artêşa Tirk e û wiha hûrgiliyên komkujiya artêşê parve dike: "Artêşa Tirk li dijî gund û bajarên me komkujî pêk anîn û bi balafirên şer mala cîranê me topbaran kirin û bû sedem ku hin zarokên wî şehîd bibin û hindek jî endamên laşê xwe winda bikin, bi vî awayî ez dikarim bibêjim komkujiyeke hovane li pêşberî çavên cîhanê pêk hat."

Malbata Osman di 10‘ê Cotmehê de neçar ma ji mala xwe derkeve û berê xwe da bajarokê Çelebiyê yê nêzî Kobanê, piştre diçin Minbicê ku xizmên wan li wir in. Osman dibêje: "Me her tişt ji dest da, eger tiştek di mala me de nemabe jî dixwazim vegerim ser axa xwe û mala xwe."

‘VEBIJÊRKA ME TÊKOŞÎN E‘

Malbata Osman di maleke ku kirêya xwe 30 hezar lîreyên Sûriyê ye, bi cih bûye û destnîşan  dike ku rewşa wan kambax e, her tişt li pey xwe hiştin û berê xwe dan vir û wiha didomîne: "Çarenûsa dagirkeran tunebûn e, ji bilî berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker a dixwaza serdema Osmanî li herêmê vegerîne, rêyeke me ya din nîn e."

Pêkhateyên gelên Sûriyê bi hemû beşên xwe siyastmedar, rewşenbîr, rêxistinên jinan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir ku "Artêşa Wetenî ya Sûriyê" bixin nava lîsteya terorê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XmTaeMvhEik" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>