Rûspiyên Dêrazorê banga domandina berxwedanê û piştgiriya QSD‘ê kirin

Rûspî û şêxên eşîrên Dêrazorê banga têkoşînê û piştgiriya QSD`ê kirin û gotin, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployên mezin in, armanc jê derbeyekê li ewlehiya herêmê bixin.

Rûspiyên Dêrazorê banga domandina berxwedanê û piştgiriya QSD‘ê kirin
25 kanûn, 2019   05:20
DÊRAZOR-EHMED SILÊMAN

Nerazîbûna gel a li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya raya navdewletî berdewam in. Eşîrên ereban banga parastina destkeftiyên hatine bidestxistin kirin.

Ji rûspiyê bajarokê Hecînê ya bejahiya rojhilatê Dêrazorê Hayîs Cîcan Şahûz ê ji ANHA‘yê axivî, bal kişand ser berjewendiyên dewleta Tirk ên ji dema Osmaniyan û heta roja îro. Cîcan got, herêm di pêngaveke hesas re derbas dibe, divê li dijî êrişên piştgiriya QSD`ê were kirin, ji ber QSD`ê hêza Berxwedana Rûmetê dide meşandin.

Hayîs Şahûz wiha li axaftina xwe zêde kir, "Erdogan hewl dide nasnameya şaristaniyê û çenda gelên herêmê tepeser bike, bi vî awayî herêmê dagir bike, demografiya herêmê biguhere û çeteyan çi li seranserî sînorê Sûriyê be yan jî li ser sînorê Irqaê be berbelav bike û kengî bixwaze wan bikar bîne."

Hayîs Şahûz destnîşan kir ku gelên herêmê û eşîrên wê qebûl nakin çeteyên DAIŞ`ê li herêmê vekirin û gendeliyê belav bikin û bang li tevahî beşên civakê bi cotkarên xwe û heta bi rewşenbîrên xwe kir, ku li dijî artêşa Tirk yekîtiya xwe ava bikin.

Rûspiyekî din ji bajarokê Hecîn Mihemed Şaban Zayîd got, Erdogan şerê çapemeniyê dide meşandin, da ku  şer û komkujiyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ji cîhanê re rewa bike û wiha domand: " Îdîayên têkbirina terorîstan êdî nema têne nixumandin û kesên bi navên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ji cîhanê pêk ve re terorîst in. "

Mihemed Zayîd bal kişand ser siyasetên li herêmên dagirkirî têne meşandin û wiha pê de çû: "Li herêmên dagirkirî mal û milkên niştecihên resen têne talankirin û radestî malbatên çeteyan têne kirin ên ku li herêmên cûda anîne. Armanc ji van siyasetan ew e ku demografyaya herêmê bi temamî biguherin. Ev kiryar ne li gorî qanûn û yasyayên navdewletî ne, lewma em bang li civaka navdewletî dikin ku li gorî qanûnan tev bigerin û rê li pêşiya binpêkirinan bigirin."

Mihemed Zayîd di dawiyê de got, divê pêkhateyên herêmê piştgiriya QSD`ê û rêveberiya siyasî bikin, da ku parastina destkeftiyên şehîdan bidestxistine bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UEG_PbUeneU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>