Rêveberiya Xweser û MSD`ê Cejna Noelê pîroz kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) bi peyaman rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê pîroz kirin.

Rêveberiya Xweser û MSD`ê Cejna Noelê pîroz kirin
24 kanûn, 2019   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya Cejna Noelê û rojbûna Îsa Mesîh peyamek weşand.

Peyam wiha ye: " Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Noelê li hemû gelên herêmê bi taybet li gel xiristiyan pîroz dike. Em hêvî dikin ku di vê boneyê de aştî, hezkirin, ewlehî û aramî li tevahiya axa Sûriyê û cîhanê belav bibe."

Peyama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî wiha ye: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimuneya jiyana hevpar a olan, çînan û nejadan e. Biratiya mirovî li ser bingeha xurtkirin û runiştandina nirxên nermî, hevjiyan û aştiyê ye.

Bi boneya rojbûna Îsa Mesîh û cenja sersala nû Meclisa Sûriya Demokratîk pêkhateya xiristiyan li Sûriyê û cîhanê bi giştî pîroz dike. Her wiha hêvî dike ku bibe sala xêr û aşitî ji bo welatê me Sûriyê û cîhanê û bibe sala bi dawîbûna azarên gelê me yê Sûriyê, bi hêviya ku sala nû vegera ewle ya koçber û penaberan ji warên wan re misoger bike û dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re bidawî dike.

Em teqez dikin ku wê taybetmendiya herêmê ya ku li ser hezkirina di navbera pêkhateyên wê de ava dibe hertim hebe ya ku parçebûnê ji herêmê dûr dixîne."

(şx)

ANHA