Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin

Çalakiyên Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê yên şermezarkirina  êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyamîn de bi dawî bûn.

Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
Şêniyên Tebqayê: Ev xaka me ye, em ê bi canê xwe feda bikin
24 kanûn, 2019   17:11
TEBQA

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh çalakiyên protestoyî dabû destpêkirin.

Çalakî li navenda çand û hunerê bi dirûşmeya "Xak xaka me ye em ê bi canê xwe feda bikin… ji xaka me derkeve" hatibû organîzekirin.

Di roja duyemîn de şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Stem El-Ferec axivî. El-Ferec destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyê red dikin.

Şandeyek ji navenda Çand û Hunerê ya Reqayê serdana çalakiyê kir û berhemên xwe yên çandî pêşkêş kir.

Hevserokê navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Fîras Remedan axivî, bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Remedan diyar kir ku ev proje li rehetiya Tirkiyê nehat, ji ber wê êrişên xwe yên qirkirina û guhertina demokrafîk û komkujiyên hovane li dijî şêniyên herêmê pêk anîn.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodex daxuyaniyek xwend. Bêrîvan got:  "Em ragdighînin ku em bi projeya netewa demokratîk ve girêdayî ne, ji ber ku çareya tekane ji aloziya Sûriyê ye. Tirkiyê bi dagirkirina herêmên Sûriyê dixwaze temenê aloziyê dirêj bike.

Em bang li Erdogan dikin ku ji xaka Sûriyê derkeve "Ev xaka xaka me ye, em bi xwîna xwe feda dikin, ji welatê me derkeve."

ANHA