El-Mûelim: Tirkiyê siyaseta qirkirina etnîkî pêk tîne

Wezîrê Karê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim eşkere kir hevdîtinên wan ên bi aliyê Tirk re encam negirt û got, Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê ji peymana bi Rûsiyê re digire û qirkirina etnîkî pêk bîne.

El-Mûelim: Tirkiyê siyaseta qirkirina etnîkî pêk tîne
24 kanûn, 2019   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim di hevdîtinekê bi televîzyona RT re eşkere kir ku civîn di navbera şandeyên Sûriyê û Tirkiyê re pêk hatin û got civîn bê encam bûn.

El-Mûelim got, ti girêdana serdana wî ya ji bo Rûsya û operasyonên leşkerî yên li ser erdê nîn in û anî ziman ku ev operason beşek ji helwesta Sûriya ya "Rizgarkirina her buhistek ji xaka welat."

Welîd El-Mûelim li ser peymana Soçî destnîşan kir ku "Peyman li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê têk çû, ji ber Enqere bi pabend nebû."

El-Mûelim, got, Enqere li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê ji peymana bi Rûsya re digire û "Siyaseta qirkirina etnîkî" dimeşîne.