​​​​​​​Bi pêşangehekê bal kişandin ser rola jinan

Komîteya Jin a Meclisa Firatê ya herêma Şiêtat a gundewarê Dêrazorê ji bo balê bikşîne ser rola jin a pêşeng di civakê de û tundiya li djiî jinan pêşangeheke wêneyî vekir.

​​​​​​​Bi pêşangehekê bal kişandin ser rola jinan
24 kanûn, 2019   17:21
DÊRAZOR

Pêşangeh bi dirûşmeya "Mafê jinan misoger bikin" li hola civînan a Meclisa Firatê hate vekirin.  Di pêşangehê de 24 tablo hatin daliqandin ku balê dikşîne li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, rêbazên rizgarkirina jinan ji qeydên ku civakê ferz kirine û rola jin a pêşxistina civakê.

Rêvebera Komîteya Jin a Meclisa Firatê Wefaa Mihemed ji ANHA‘yê re armancê vekirina pêşangehê diyar kir "Em wekî jinên herêma Firatê me ev pêşangeh vekir da ku balê bikşînin ser cûreyên tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê. Me hewl da azarên ku jin ji ber zihniyeta serdest a baviksalarî dikşînin, bidin pêş."

Wefaa bang li hemû jinên cîhanê dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo azadiya xwe têkoşînê mezin bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fQ_LpMJI_so" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>