Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Kobanê panelek lidar xist

Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Kobanê li ser "Koçberiyê" û binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk panelek lidar xist.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Kobanê panelek lidar xist
Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Kobanê panelek lidar xist
Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Kobanê panelek lidar xist
24 kanûn, 2019   16:10
KOBANÊ

Endamên partiyên siyasî, nûnerên Partiyên Sûriyê ya Pêşerojê yên herêmên Reqa, Girê Spî, Sirîn, Çelebiyê û Qendayê beşdarî panelê bûn.

Panela li buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya bajarê Kobanê hate lidarxistin  ji aliyê endamên partiyê Kedîm Îbrahîm û Fayîza Ebdî ve hat birêvebirin.

Di panelê de mijarên wekî pênaseya koçberiyê, rêbazên ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve pêk tîne, dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberkirina niştecihên wê yên resen û bicihkirina kesên biyanî li şûna wan hatin şîrovekirin.

Her wiha bal hate kişandin ser qirkirina etnîkî û guhertina demografîk ku bi plana Tirkiyê li gelek herêmên Sûriyê pêk hatine, koçberkirina welatiyên Sûriyê bi rêya hevpeyamên bi Rûsya re hatin destnîşankirin û îşaret bi guhertina demografîk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û qirkirinên li dijî gelê Kurd, Ereb û Ermen hate kirin.

Kedîm Îbrahîm anî ziman ku rêxistinbûyîn î hêza sereke, lew re divê gel berî her tiştî xwe bi rêxistin bike. Kedîm îşaret pê kir ku di projeya netewa demokratîk de mafê hemû pêkhate, netew, çand û mezheban misoger e, bêyî vê projeyê welatî nikare rola xwe bi serbestî pêk bîne.

Di dawiya panelê de bal hate kişand ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî û hate gotin ku rêya xelasbûna ji hegemoniya dewletên mudaxelkar e.

ANHA