QSD: Em şoreşgerê kedkar ê Kurdistanê Sîpan Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

QSD’ê ragihand ku şervanê wan Sîpan Efrîn (Mihemed  Hemo) di 22’yê Kanûnê de dema ku li ser erka xwe bûye, di encama krîza dil de şehît ketiye.

QSD: Em şoreşgerê kedkar ê Kurdistanê Sîpan Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
24 kanûn, 2019   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku şervanê wan Sîpan Efrîn (Mihemed  Hemo) di 22’yê Kanûnê de dema ku li ser erka xwe bûye, di encama krîza dil de şehît ketiye.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Hevrê Sîpan Efrîn ku bi salan bi kedkarî û wêrekiyeke mezin di hemû çeperên şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girt, di 22’yê Kanûna 2019’an de di encama nexweşiya dil de şehîd ket. Hevrê Sîpan bi eslê xwe ji navçeya Mabata ya ser bi bajarê Efrînê bû, di salên ciwantiya xwe de li hember rewşa li her çar parçeyên Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd bû xwedî hişmendiyeke mezin. Bi hemû hêza xwe û bi azweriyeke bêhempa bû perçeyek ji vê xebata şoreşa pîroz. Hevrê Sîpan di salên dirêj yên şoreşgeriya xwe ji gelek deverên Kurdistanê heya Kobanî, li hemû çeperên berxwedanê têkoşiya; bi kedkarî û fedakariyek mezin bû mînakê azwerî û welatparêzî. Hevrê Sîpan, di dirêjahiya jiyana xwe de her tim bû kesayetek ku weke xwezaparêz, welatparêz, hûnermend, şervan û şoreşger tê nasîn. Li her devera ku hevrê Sîpan çû, bi ruhek şoreşger, seknek mîlîtan û çavek hunermend ser bi erkan de çû bi awayek serkeftî bi encam kir. Hevrê Sîpan, ji destpêka jiyana xwe ya şoreşgerî di warê sanayiya parastinê de pêşketinên girîng di nav refên şoreşê de ava kir. Ji pêşxistin û çêkirina teknolojiya leşkerî heya alavên parastinê, ji tamîrkirina çek û amûrên şer heya avakirina rê û rêbazên şergeriya modern; bi xulikkarî, ked û fedakariyek mezin tevkariyek bê hempa li têkoşînê zêde kir. Hevrê Sîpan di nav şoreşa Kurdistanê de huner û şoreşê bi awayek herî serkeftî bi hev re ava kir û îspat kir ku şoreşgerî bi ziraviya hunermendekî dikare were jiyîn.

Li gelek deverên Kurdistanê, li hemû çeperên berxwedana Rojava û di her qada teknîka leşkerî de heval Sîpan şopek ji xwe hişt. Bi lehengiya xwe li her derê ku jê derbasbûyî navê xwe li pey xwe hişt. Şoreşgerê wêrek û fedakar ê Efrîna leheng, di 22’yê Kanûna 2019’yan de di encama nexweşiyeke dil de li ser karê xwe şehîd ket. Em wek Fermandariya Giştî ya QSD’ê şehîd Sîpan Efrîn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, ji malbat, hevrê û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku xewn û xeyalên rêheval Sîpan di têkoşîna xwe de em jiyanî bikin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

*****

Nav û Paşnav: Mihemed Hemo
Nasnav: Sîpan Efrîn
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Fehmî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik – 22 Kanûn 2019”
<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2v-WsZQuMaw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>