Li herêmên dagirkirî çete dest datînin ser nan

Li Eyn Îsayê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, ev 10 roj e nan bi dest nakeve. Li gorî çavkaniyan, çete hincetan derdixin da ku xwepêşdanên gel ên li dijî wan bidin rawestandin.

Li herêmên dagirkirî çete dest datînin ser nan
24 kanûn, 2019   12:36
EYN ÎSA

Li bajarok û gundên navçeya Eyn Îsayê ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, bihabûneke zêde di nirxê madeyên xwarinê de heye û ev 10 roj e nan qut e.

Li gorî kesekî ku ji gundên bajarokê El-Elî Baciliyê duh derket, ji ajansa me re got ev 10 roj e nan li bajarok qut e û şêniyan duh li pêşiya firneyekê xwepêşandan li dar xist.

Her wiha heman kesî wiha domand: "Xwediyê firneyê duh berbangê bi erebeyeke ‘pickup’ hat û ard anî da ku ji şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê re nan çêke, piştî seatekê ji belavkirina nan li şêniyan, çete hatin û dest danîn ser nanê ku ji bo şêniyan dihat amadekirin, çeteyan bi hinceta ku li ser endam û navendan belav bikin."

Ji ber vê yekê şênî bi hêrs bûn û êrişî navendeke ku hêzên dagirkeriya Tirk lê dimînin, kir û kevr avêtin wan.

Her wiha heman kesî diyar kir ku şêniyên li bajarokê El-Elî Baciliyê û gundê Kermazat ji bo peydakirina nan û madeyên zimhêrê û yên din xwepêşandan li dar xistin, her wiha çeteyan jî bi hincetên ku dê di demeke nêz de rewş baş bibe, ji bo ku şêniyan bê deng bikin, îdia kirin.

Her wiha şêniyê ku nexwest nave xwe bide, destnîşan kir ku buhabûneke zêde di madeyên zimhêr û xwarinê de heye, şênî jî nikarin bikirin, ji ber peydakirina çavkaniyên jiyanê tune ye, piştî ku hemû rêveberî û sazî ji kar rawestiyan, ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe ya jiyanê bi çandaniyê û fonên mehan e peyda dikirin.

Heman kesî da xuya kirin ku ew bermîlek av bi 3 hezar lîreyên Sûriyê dikirin û nirxê bermîlek mazot bi 60 hezar lîreyên Sûriyê dikirin.

Beriya niha çavkaniyên din ji ANHA`yê re got nan pir kêm e û ji bo peydakirina wê li navçeya Silûkê li rojhilatê bajarê Girê Spî zehmetiyê dibînin.

ANHA