Ciwanên Şedadê banga seferberiyê bi cih anî û tev li nava QSD`ê bûn

Piştî seferberiya ku eşîrên Ereb ragihand, beşeke din a ciwanên navçeya Şedadê û gundên wê tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn. Ciwanan tekez kir ku ew amade ne ku ax û gelê xwe biparêzin.

Ciwanên Şedadê banga seferberiyê bi cih anî û tev li nava QSD`ê bûn
Ciwanên Şedadê banga seferberiyê bi cih anî û tev li nava QSD`ê bûn
Ciwanên Şedadê banga seferberiyê bi cih anî û tev li nava QSD`ê bûn
24 kanûn, 2019   13:33
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî êrişa dewleta Tirk ku heta niha jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome, ji bo parastina welêt eşîrên Ereb ên li herêmê û di nav de eşîrên navçeya Şedadê seferberî ragihand û bang li ciwanan kir ku tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bibin.

Li ser bingeha biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo parastina pêkhate, deskeftî û axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, her wiha ji bo banga seferberiyê ku eşîrên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusrayê ragihand, beşa sêyemîn ji ciwanên navçeya Şedadê tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn.

Yek ji şervanên eşîrên navçeya Şedadê Mihemed El-Xeyrî diyar kir ku ew wek ciwanên eşîran tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bûn da banga seferberiyê bi cih bînin. Mihemed got piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û avakirina baregehan li depoyên Şergirakê ji aliyê dewleta Tirk ve û li pêş çavên hêzên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî, bi sedan ciwanan berê xwe da çeperên şer ên gundên li sînorê bakurê Sûriyê.

El-Xeyrî diyar kir ku ne Rûsya û ne hêzeke din gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker, naparêzin û wiha got: "Em bihostekê ji axa xwe ji dagirkeran re nahêlin, ji ber vê yekê em tev li QSD`ê bûn."

Ji aliyê xwe ve şervanê bi navê Waêl El-Berî destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li her derê rûxandin û kuştin çêkir û komkujî li dijî şêniyên Serêkaniyê û herêmên ku dagir kirine pêk anî. Waêl wiha domand: "Ev ne beşa yekemîn e ji ciwanên eşrîran ku tev li QSD`ê dibe û dê ne ya dawîn be jî. Bi hezaran ciwan amade ne ku tev li refên QSD`ê bibin, ji ber ku QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza tekane ye ku parastina rûmet û azadiyê dike."

Her wiha Eta El-Şebût diyar kir ku hêzên eşîran û ciwanên wan li kêleka şervanên QSD`ê û parastina cewherî mertalekî xurt li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ava dikin.

Eta her wiha tekez kir ku pêwîste şaneyên razayî ku kuştin, dizî û talankirinê pêk tînin werin tunekirin û herêm ji kiryrên wan bê ewlekirin.

Di dawiya axaftina xwe de Eta El-Şebût got ji bo tunekirina vê "qirêjiyê", pêwîst e hemû eşîr û pêhateyên herêmê bibin yek û berê xwe bidin çeperên şer û tev li Berxwedana Rûmetê bibin, da ku her bihosteke axê ji dagirkeran rizgar bikin.

(cx)

ANHA