Îranê hişyarî da: Îsraîl dê ji ber sûcên xwe yên li Sûriyê poşman bibe

Elî Ekber Wîlayetî yê şêwirmendê Ayetullah Xamaneyî got Îsraîl dê di demeke nêz de bersiva topbarana xwe hilde û dê ji bo sûcên xwe yên li Sûriyê poşman bibe.

Îranê hişyarî da: Îsraîl dê ji ber sûcên xwe yên li Sûriyê poşman bibe
24 kanûn, 2019   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wîlayetî ji ajansa Faris a Îranê re der barê topbarana Îsraîlê ya dawîn li ser Sûriyê de wiha got: "Êrişên Îsraîlê li herêmê derqanûnî ne û dê bê bersiv derbas nebin."

Wîlayetî got Îsraîl dê "Ji bo sûcên xwe poşman bibe" û berxwedana li Sûriyê û Lubnanê dê bersiva sûcên Amerîka û Îsraîlê bide û wiha pê de çû: "Hizbullah dê Îsraîlê bi erdê re bike yek, heger êrişî Lubnanê bike."

Wîlayetî îdia kir ku Îsraîl nikare gefên xwe li dijî Îranê pêk bîne û daxuyaniyên berpirsan di vî alî de tenê “reklam” in.

Sîstema parastinê ya hewayî ya rejîma Sûriyê duh di saetên sibê de bersiva 3 moşekên Îsraîlê li ser asîmanê gundewarên Şamê da. Her wiha dezgehên çapemeniyê yên Îranê kuştina berpirsekî leşkerî yê Îranê di êrişê de, derewand.

(bx)