Pantagonê Erdogan derewand... me peyman der barê xebatên li Încîrlîkê de îmze kir

Pantagonê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê gefên wî yên girtina baregeha Încîrlîk a asîmanî de, derewand û ragihand ku peyman bi şîrketên dewleta Tirk re li ser pêkanîna xebatên avakirinê li baregehê îmze kiriye.

Pantagonê Erdogan derewand... me peyman der barê xebatên li Încîrlîkê de îmze kir
24 kanûn, 2019   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Pantagonê îro li ser malpera xwe daxuyand ku bi nirxê 95 milyon dolar bi 8 şîrketên Tirkiyê re peyman hat îmzekirin.

Li gorî Pantagonê, tê texmînkirin ku dê xebat beriya dawiya sala 2024’an bi dawî bibe.

Amerîkaya baregeha Încîrlîk a asîmanî ya li bajarê Edeneyê yê li başûrê Tirkiyê, bi kar tîne. Ew jî parçeyek ji pergala parastinê ya roketan a NATO’yê li Ewropayê ye.

Di demeke berê de, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li girtina baregehên Încîrlîk û Kurecîk ên ku tê de hêzên Amerîkayê hene, ji bo bersivdana cezayên Amerîkayê yên li ser welatê wî, xwar.

Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê piştî kirîna Enqereyê ya pergala parastinê ya S-400’an a Rûsyayê û êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev in. Piştî daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Washington û Moskovê bilind bûn, dûre bi lez paşde vekişiya.

(fr)