Mijarên rojnameyên erebî – 24 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa Idlibê, aloziya li Lubnan û Iraqê û şerê li Lîbyayê.

Mijarên rojnameyên erebî – 24 Kanûn
24 kanûn, 2019   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: ŞERÊ IDLIBÊ YÊ MEZIN... ÇEWISANDINA EL-NUSRAYÊ

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir, jê jî rewşa Idlibê. Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Enqere şandeyekê dişîne Rûsyayê da ku rewşên li Idlibê lêkolîn bike. Ew jî piştî şerê Rûsya û Sûriyê li dijî nuqteyên komên çekdar û rêxistinên terorî ye. Di heman demê de wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muelîm nîqaşan bi hevalbendê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov re der barê rewşa li Idlibê û komîteya destûrê de pêk tîne. Tevgera dîplomasiyê ya der heqê çarenûsa Idlibê de bi rasthatina oparasyona leşkerî ya mezin ku artêşa Sûriyê ragihandiye (Şerê Idlibê yê Mezin), pêk hat.”

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê pirî caran daxuyand ku Rûsya şerê li dijî rêxistinên terorî yên li Idlibê ranawestîne û divê Idlib bikeve bin serweriya artêşa Sûriyê. Di 10’ê vê mehê de, serokê Sûriyê Beşar El-Esed di hevpeyvîneke li gel kanala Ray News a Îtalyayê de, ji şêniyên li Idlibê re got ku yan li dewletê vegerin an jî şer dê heta dawiyê be. 

Ev nêrîn bi temamî li gorî ya Rûsyayê ye. Ji ber ku serweriya li ser Idlibê, tevgera aborî ya di navbera Heleb, Laziqiyê û Hemayê de aktîf dike. Ji wê zêdetir jî serweriyê li ser gelek dergehên ku Cebhet El-Nusra li ser serwer in ku rojane bi milyonan dolaran werdigirine, dike.

Li gorî Rûsyayê, Idlib û gundewarên wê mijara mezin li Sûriyê ye, bi sedema hebûna komên terorîst ji şîşan, Tirkistan û hemwelatiyên dîtir ên girêdayî komarên Federaliya Sofyetê ya berê, li wir in. Her wiha jî gefên bênavber ên ku Cebhet El-Nusra li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê, dixwe jî, hene.

Rojnameya El-Beyan li ser zimanê analîzvanê leşkerî Îmad Şehod ragihand ku sedema bilindkirina şerê Rûsya li dijî Meiret Nûman û gundên başur, paşdekişandina dewleta Tirk a berpirsiyariya xwe li ser jevkirina Cebhet El-Nusra ye. Ev jî di nava lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li Astanayê de bûn, ku Cebhet El-Nusra û Partiya Tirkistanî ji berpirsiyariya Tirkiyê bû.

Piştî ku Enqereyê bi vê rolê dudilî bû, Rûsya biryara pêkanîna şer bi xwe da. Her wiha jî bi mebest hemleyeke leşkerî ya mezin tevî dijwariya balafiran da ku fişarê li ser Tirkiyê bike, pêk anî. Da ku hejmareke mezin a sivîlan koçber bibe ku bi wê re jî fişarekê li dijî dewleta Tirkiyê pêk bîne.

Li gorî pisporê leşkerî Îmad Şehod, operasyona leşkerî di destpêkê de ye, heke Rûsya û artêşa Sûriyê negihiştin armancên xwe, surprîsên leşkerî hene. Ji girîngtirîn van hedefan, derketina Cebhet El-Nusra, radestkirina koman a çekên xwe û pêkanîna jiyana sivîltiyê di bin serweriya dewleta Sûriyê de.

Li gorî Şehod, detayên heyî, îşaret dikin ku hemleya Rûsyayê li dijî Idlibê ranaweste.  Ji 2015’an ve, dîroka derbasbûna Rûsya ya Sûriyê ye, Rûsya tu hemle leşkerî dest pê nekir û ranewestand. Hin jî texmîn dikin ku li Idlibê nîv şer heye ku fişarê li opozîsyonê bike û Enqere berpirsiyariya Cebhet El-Nusra bêyî şer hilgire ku çawa li rojhilatê Helebê di 2016’an de, pêk hatiye.

ŞERQ EL-EWSET: SEROKÊ IRAQÊ TÊKILDARÎ ALIYÊ BI ÎRANÊ RE LI SER RÊYA SEDAM E

Der heqê Iraqê de, rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rewşa redkirina serokê Iraqê Berhem Salih a Qusey El-Suhêl a li şûna serokwezîrê îstîfakirî Adil Abdulmehdî li ser şopa nakokiya bi "mijara Tehranê" re ye, ya bi nûnertiya bloka "El-Benaa" ya ku Hadî El-Amirî, Nûrî El-Malikî, Falih El-Feyad, Mihemed El-Helbûsî û Xemîs El-Xencer serkêşiya wê dikin. Her wiha wezîrê bilind ê perwerdeyê di hikumeta îstîfakirî de hilbijart.”

ÎMARAT EL-YEÛM: HERÎRÎ ERÊKIRINA ERKDARKIRINA DIYAB DI AVAKIRINA HIKUMETÊ DE DEREWAND

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Ofîsa ragihandinê ya serokê hikumeta rêvebirina xebatên Lubnanê Seid Herîrî rastiyên agahiyên wezîrê Hizbullahê di hikumetê de Mehmûd Qimatî der barê helwesta Herîrî de erkdarkirina serok Hesan Diyab di avakirina hikumeta nû de derewand. Her wiha duh piştgirên Teyar Musteqbel a bi serkêşiya Seid Herîrî gelek rêyên sereke û herêmên li Beyrûtê girtin, ew yek di encama nerazîbûna xwe ji erkdarkirina Diyab re pêk hat."

EL-BEYAN: ARTÊŞÊ JI BO DÛRXISTINA ÇEKDARAN JI TERABLÛSÊ DEM DA

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha got: "Amadekariyên cidî ji bo vekişandina çekdarên Misratayê ji Terablûsê dest pê kirin.

Fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Lîbyayê dema ku da bajarê Misratayê dirêj kir, da ku çekdarên xwe ji Terablûs û Sirteyê vekişîne, fermandariya giştî 3 rojên din dan. Ew yek li ser bingeha dan û standinên ku bi kesayetên neteweyî li Misratayê bi fermandariya giştî re da ku dema vekişandinê heta hefteyekê dirêj bikin, her wiha da ku şêniyên xwe îqna bikin da ku vegerin bajarê Misratayê, pêk hat.”

(fr-jo)