Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn biryar

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Neol û Cejna Sersalê rêze biryar derxistin. Fermandariyê bang li welatiyan kir ku ji bo ewlehiya wan  li gorî biryaran tevbigerin.

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn biryar
24 kanûn, 2019   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de Cejna Neol û sere sale li gelê herêmê pîroz kir û hêvî kir ku welatî di nava bi aramî de van cejnan derbas bibin.

Fermandariyê bang li welatiyan kir ku li gorî van biryarê tevbigerin:

"1-Qedexe ye sahrîc û kamyon bi hemû cûreyên xwe "Mezin û navîn" ji roja Şemiyê 28/12/2019‘an, saet 06:00‘an ta roja  Çarşemê dîrok 01/01/2019‘an saet 0 6.00‘an derbasî bajêr bibin.

2- Tevgera hemî cûreyên motorsiklêtan di nav de yên leşkerî ji saet 06.00‘an roja Şemiyê dîrok 28/12/2019‘an ta roja Çarşemê dîrok 01/01/2019 ‘an saet 06.00‘an qedexe ye.

3- Ji bo dergehan , derbasbûna otombêlan ji saet  06.00‘an roja Çemiyê dîrok 28/12/2019‘an ve ta roja Çarşemê dîrok 01/01/2019‘an saet 06.00‘an qedexe ye.

4- Ji dervî zagonên Asayîşê nabe welatî û hêzên leşkerî û ewlekarî guleyan û leystikên agir berdin di bin banê berpirsiyartî û cezayê de werin lêpirsîn."

ANHA