Artêşa Tirk avahiyên xizmetguzariyê dike armanc

Depoyên Xifyet Salim ên bi navên depoyên Qezelî têne naskirin bi êrişên artêşa Tirk re rû bi rû dimînin, di encamê de hatine wêrankirin.

Artêşa Tirk avahiyên xizmetguzariyê dike armanc
Artêşa Tirk avahiyên xizmetguzariyê dike armanc
Artêşa Tirk avahiyên xizmetguzariyê dike armanc
Artêşa Tirk avahiyên xizmetguzariyê dike armanc
24 kanûn, 2019   07:09
EYN ÎSA-ŞERVÎN MISTEFA

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji bo astengkirina proseyên xizmetguzariyê, avahiyên xizmetê yên wekî stasyonên kehrebê, depoyên genim û ceh û pompên avê dikin armanc.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê Girê Spî û Serêkaniyê dagirkirin, avahiyên xizmetguzariyê yên herêmê wêrankirin, ji wan stasyonên bajarokê Mebûrka yê bejahiya Serêkaniyê, pompên avê, depoyên Aliyê yê bejahiya Tiltemrê, depoyên rojhilatî Girê Spî yên Dehlîz û her du depoyên Sexrat û Şergirak ên başûrê Girê Spî ne.

Niha jî artêşa Tirk topavêjan diavêje depoyên Xifyet Salim ên bi navên depoyên Qizil Elî têne naskirin dike.Depoya Qizil Elî bêhtirî 11 hezar ton genim û ceh hildigirt û niha hatiye talankirin.

Depoya Qizil Elî 24 km li rojavayê bajarê Girê Spî ye û şêniyên 100 gundî hilbirînên xwe lê hildigirtin.

Di vê derbarê de endamê Meclisa bajarokê Cirin ê rojavayê Girê Spî Mihemed Elî Abdulqadir wiha got:  “Artêşa Tirk bircê avê yê gundê Qizil Elî û depoyên wê kirin armanc, ji ber vê yekê şêniyên gundên rojavayî nikarin hilberînên xwe li depoyan bi cih bikin.”

(eh)

ANHA