​​​​​​​Cenazeyê şehîd Hemûd El-Erbîd li Şedadê hate veşartin

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Hemûd Letûf El-Erbîd bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Hemûd El-Erbîd li Şedadê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Hemûd El-Erbîd li Şedadê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Hemûd El-Erbîd li Şedadê hate veşartin
22 kanûn, 2019   15:22
HESEKÊ

Bi tevlêbûna bi dehan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê bakurê Dêrazorê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemûd Letûf El-Erbîd ê 16‘ê Kanûnê şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê hate veşartin.

Piştî deqeya rêzgirtina leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Salim Xalid axivî. Xalid diyar kir ku Hêzên Erka Xweparastinê bi dehan şehîd dane û li hemberî êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û şaneyên veşartî şer dikin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî El-Nicûm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku gelê herêmên li pişta hêzên xwe yên leşkerî ne yên ku herêmê diparêzin.

Piştî axaftinana nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girese cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c7sLw3bAw1Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>